Nûner û rêveberên DEM Partiyê û malbatan ji bo endama YJA Starê Sûltan Dag a di şerê li Kercewsê de jiyana xwe ji dest dabû û endamê HPG’ê Şukran Arwas a li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû, li Stenbolê sersaxî hat danîn. Ji bo herduyan li navçeyên cuda yên Stenbolê sersaxî hat danîn. Ji bo Sûltan Dag li avahiya DEM Partî ya navçeya Esenlerê sersaxî hat danîn. Gelek welatî tevlî sersaxiyê bûn.
Li eywana sersaxiyê wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û birayê Sûltan Dag, Halît Dag ê di sala 2011’an de jiyana xwe ji dest dabû, hatin danîn. Sersaxî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di sersaxiyê de sînevîzyona li ser têkoşîna Sûltan Dag hat pêşandan. Di sersaxiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di sersaxiyê de dayika Sûltan Dag, Fatma Dag axivî û got: “Divê êdî em ji xewê rabin. 20 kes bi min re ketin morgê. Ji ber ku ji cenazeye Bêrîtanê ditirsin. Min cenaze bi ala ku di singê xwe de veşartî bir hundir pêça û min nehişt ku dijmin bifikire ku em ditirsin.”
Piştre birayê Sûltan Dag, Mûharrem Dag axivî.
Ji bo Şûkran Arwas jî li avahiya DEM Partî ya Esenyûrtê sersaxî hat danîn. Gelek welatî tevlî sersaxiyê bûn. Sersaxî bi rêzgirtinê dest pê kir. Di sersaxiyê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şûkran Arwas hat pêşandan. Di sersaxiyê de axaftin hatin kirin û peyamên, “geşkirina têkoşînê” hatin dayîn.