Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Gel a Komarê (CHP) hefteya borî ji bo cînayetên zarokan bên lêkolînkirin pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kirin ku li Meclisê komîsyon bê avakirin. Pêşniyazpirsên li Lijneya Giştî ya Meclisê nîqaşkirin bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin redkirin. Lê li ser zexta partiyên siyasî AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt. Piştî ku partiyên din ên siyasî yên li Meclisê xwedî komekê ne di heman çarçoveyê de pêşniyazpirs pêşkeş kirin, biryar hat dayîn ku hemû peşniyazpirsan bikin yek.
Piştî rûniştina girtî ya Îsraîlê ya li Meclisê dê pêşniyazpirsên kirine yek bi yek bên nîqaşkirin. Piştî axaftinên li ser navên koman bên kirin dê komîsyon bê avakirin. Komîsyon dê 3 mehan bixebite. Heke ku daxwaz bê kirin û heke hewce bike dikare meheke din jî were dirêjkirin.