Girtiyên siyasî ji 27’ê mijdarê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û nêzî 3 sal in tu agahî jê nayên girtin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, didomînin. Greva birçîbûnê ya dorveger bi biryarî didome.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasi” dayikan jî li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Mêrdînê çalakiyên Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Çalakiya ‘Nabeda Edaletê bi serdanan didomin. Ji çalakvanan Şayle Gulten ji rojnameya me re axivî.
Çalakvan Şayle Gulten di destpêka axaftina xwe de ji dayikan ku di nobeda edaletê de ne re serkeftin xwest û wiha got: “Heta daxwaza me pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her zarokekî/ê ku di girtîgehê de zarokên me tevane. Her zarokek/ê ku li serê çol û çiya ye yê me hemûyan e. Dema dilê dayikekê bişewite yê me jî dişewite. Ev çalakî ne ya malbatê girtiyan tenê ye û ne ji bo girtiyan tenê ye. Girtî jî malbat jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Kurdan wî ji xwe re serok qebûl kiriye. Dinya alem dizane ku Ocalan serokê kurdan e. Serokê kurdan dibin tecrîdê de ye. Divê kurd vê yekê qebûl nekin û ji bo ku serokê wan azad bibe di serî de dayik û her wiha hebû kurd têkevin nava liv û tevgerê.”
Tenê kurd ji azadiyê bêpar hiştine
Gulten da zanîn ku wê berê nizanibûye meselaya kurd û Kurdistanê çi ye û wiha domand: “Di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene. Girtiyên rewşa wan giran e nayên dermankirin. Gelek ji wan cezayên wan qediyane jî dewlet berdana wan taloq dike. Cenaze ji girtîgehan dertên. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derên. Di cîhanê de ji her kesî re azadî heye tenê ji kurdan re azadî tune ye. Kurd jî wekî her kesî mafê wan heye ku azad bijîn. Rêya azadiya kurdan jî di serokê gelê kurdan de derbas dibe. Ji ber vê ji bo kurdan cîhan li aliyekî serokên wan li aliyekî ye. Çinkî serok ji kurdan re bûye ronahî. Berê em ne bi çavan bû ne jî bi guhan bûn. Serok çav û guhên me vekir. Me şiyar kir. Mesela berê digotin Kurdistan min bi xwe nizanibû Kurdistan çi ye. Ez bi serok re bi kurd, kurdbûn û Kurdistanê hesiyam. Ji ber vê ez spasiyê xwe ji vir heta Îmraliyê jê re dişînim.”
Çareserî bi aştî û edaletê pêkan e
Gulten vegot ku di dema pêvajoya aştiyê de aborî ber bi başiyê de çûye û wiha lê zêde kir: “Tirk dertên dibêjin qeyrana aborî heye. Ev qeyran girêdayî vî şerî ye. Heta şer hebe wê qeyran jî hebe. Ji ber ku pereyekî pir zê de ji şer re tê veqetandin. Dema şer tunebe wê ev pereyê li şer xerc dikin wê ji gel û aboriyê re were veqetandin. Me mînaka vê jî di pêvajoya aştiyê de dît. Êdî aborî ber bi başiyê de diçû. Ku pêvajoyê xera nekirina niha qeyrana aborî ji holê rabûbû. Wê derdê kesî yê birçîbûnê tune bûya. Çareserî bi aştî û edaletê pêkan e. Rêya aştî û edaletê Îmralî ye. Ji ber wî heta tecrîda Îmraliyê û hemû girtîgehan ranebe, girtî azad nebin em ê çalakiyan bidomînin. Em di vê yekê de bi israr in. Di sala 2013’an de pêvajoya çareseriyê destpêkiribû. Di wê pêvajoyê de aramî hedî hedî ket nav welat, cenaze nedihatin. Ji ber wî em dayik dixwazin carekedin pêvajo destpê bike.”
‘Bi Serok her pirsgirêk çareser dibe’
Gulten encama greva birçîbûnê ya sala 2019’an de bi bîr xist û wiha pêde çû: “Di sala 2019’an de dema girtiyan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin gel jî bi her awayî piştgirî dan girtiyan. Ji ber ku gel piştgiriyeke xurt dan girtiyan dewlet neçar bû rê da ku malbat û parêzer bi Serok re hevdîtin bikin. Serok ji bo gelê kurd aştî ye, aramî ye. Serok dibin tecrîdê de ye. Wexta agahî ji serokê gelekî tune be û dibin tecrîdê de be ew gel jî dibin tecrîdê de ye. Ev çalakî ji bo ku pirsgirêka gelê kurd çareser bibe hatiye destpêkirin. Ji bo pirsgirêka gel bê çareserkirin divê jî bi Serokê gel re bê rûniştin. Abdullah Ocalan jî Serok gelê kurd e. Deng ji Serok nayê. Dema deng ji Serok nê wê şer hîn gûrtir bibe. Em jî dibêjin bila şer bidawî bibe. Êdî bes e bila dayik negirîn. Heta bi Serok re li ser masê rûnenên wê hestir nesekinin û aştî pêk neyê. Ji ber vê em dibêjin bila demildest li ser masê rûnên, şer bidawî bikin û pirsgirêka kurd çareser bikin. Bi rûniştina bi Serok re wê hemû pirsgirêk çareser bibin.”
Çalakiya hemû malbatan e
Gulten bi van gotina axaftina xwe bi dawî kir: “Banga min li hemû dayikên ku dixwazin şer rawest e, aramî û aştî pêk bê ew e ku werin tevlî çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ bibin. Ev çalakî ne ya malbatê girtiyan tenê ye. Ev çalakiya aştî û edaletê ye. Dema tevlibûn çênebe wê dewlet bibêje kes aştî û edaletiyê naxwaze û wê ew jî ji bo çareseriyê nekevin nav liv û tevgerê. Ev barê aştiyê barê me hemû dayikên kurd e. Divê em hemû bi berpirsyarî tevgerin. Em ev barê aştî û edaletê li ser milê dayikên girtiyan tenê nehêlin. Werin mil bidin milê dayikan, em bibin dengê wan a aştiyê. Ya din jî ez gazî hebû kurdan dikim, bila werin serdana dayikan. Dayikên di nobeda edaletê de bi tenê nehêlin. Bila kes nebêje zarokê min ne di girtîgehê de ye. Ev pirsgirêka min nîne. Ev ne tenê pirsgirêka girtiyan ne. Ev pirsgirêka hemû kurdan e. Dema agir bikeve nav darên hişk wê hişk û ter bi hev re bişewitin. Kesên ku bi wijdan in bila werin em bi hev re vî agirî vemirînin.”