Mehmet Emîn Çam ê 73 salî, li Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê tê ragirtin. Mehmet Emîn Çam yek ji girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e. Di 16ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Piştî tedawiyê jî Çam duh careke din birin girtîgehê. Parêzera Çam, Nezahat Celen duh ji bo înfazkirina cezayê Çam were taloqkirin, serî li Dadgeriya Înfazê ya Sêrtê da. Nezahat Celen, di serlêdanê de xwest ku dozgerî sedemên hatine destnîşankirin berçav bigire û bi sedema pirsgirêkên tenduristiyê, înfazkirina cezayê Çam taloq bike.
Du caran krîza dil derbas kiriye
Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku Çam du caran krîza dil derbas kiriye û xetere heye ku cara 3yemîn krîza dil derbas bike. Hate gotin ku 2 demarên Çam xitimî ne û tumora di mejiyê wî de mezin dibe. Hat destnîşan kirin ku aliyê wî yê çepê felc e û nexweşiyên wî yên gurçik, dîtin û bihîstinê hene. Hat diyarkirin ku domandina tedawiya wî ya li girtîgehê li ser jiyana wî xetereyê çêdike. Li gel ku tedawiya Çam didomiya jî dîsa şandine girtîgehê û hat gotin ku mercên tehliyeya Mehmet Çam ava bûne.
Di daxwaznameyê de parêzer cih da rapora Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ku dibêje masûlkeyên Çam ên aliyê çepê bi rêjeya 4/5 zeîf bûne, ji nîviya zêdetirî laşê wî de masûlkeyên wî bêhêz bûne, demarên wî yên xitimî hene ku dikarin rê li ber krîza dil vekin, nexweşiya dil, di demara wî ya xwînber de plak çêbûye û nexweşiya wî ya prostatê heye. Di daxwaznameyê de hate gotin ku nexweşxaneyê nexwsetiya nêrîna xwe ya ji bo tehliyekirina Çam bîne ziman û nîşeya “Nêrîna Tipa Edlî guncav e” hatiye nivîsandin.
Xwestin cezayê wî taloq bikin
Bi domdarî di daxwaznameyê de xala 3’yemîn a PMME’yê ya “qedexeya îşkence û miameleya xerab” û xala 17’emîn a “Parêzbendiya hebûna madî û manewî ya kes” hatin bibîrxistin û hat gotin ku ev mafên Çam hatine binpêkirin. Her wiha parêzer cih da biryarên mînak ên DMME’yê jî û got ku Çam ji ber nexweşiyên xwe yên giran nikare li girtîgehê bijî. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku înfazkirina cezayê Çam were taloqkirin û were berdan.