12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xurtir divê

Endama NDFP’ê Edward Shalala ku li Berlînê beşdarî “Konferansa  Aştî, Diyalog û Demokrasiyê” bû, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got: “Bêtir pêdivî bi piştevanî û çalakiyên girseyî heye.”

Endama Eniya Neteweya Demokratîk a Filipinê (NDFP) Edward Shalala anî ziman ku di konferansan de cerebe, fikr û zanînên xwe parve dikin û ev ji bo wan û ji bo çareseriyê pir biqîmet e.

Edward Shalala bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha axivî: “Ez li ser pêvajoya muzakereyên di navbera Tirkiye û Ocalan de pêk hat de serwer im. Min dît ku Tirkiye ne alîgire ku ji bo çareseriye gavan bavêje û daxwazên aliyan pêk bîne. Di vê mijarê de hikûmetek pir dijwar heye. Li aliyê din hikûmeta Filipînê jî wekî ku dê Tirkiye bi wan re muzakere bike nêzîk dibe. Hûn dikarin hevdîtinan bikin û peymanan çekin. Lê em dibînin ku qet li gorî van peymanan tev nagerin. Mînak Ocalan bi salan e di tecrida girankirî de dimîne. Destûr nadin ku malbat û parezer biçin serdanawî. Di vê mijarê de hikûmeta Tirkiye li gorî hikûmeta Filipînê pir dijwar e. Em li Filipînê rastî kiryareke wisa nayên.”

Pêdivî bi piştevaniyek xurttir heye

Shalala anî ziman ku pêwiste her kes piştevaniya navneteweyî peş bixin û wiha got: “Niha piştevanî û şêwirek heye. Lê ev ji bo azadiya fizîkî têr nake. Pêdivî bi şêwirîn û piştevaniyek mezintir heye. Min ji hevalekî xwe re got ‘Nelson Mandela berdan. Ji ber ku piştevaniya navneteweyî pir xurt bû. Li çalakî û xebaten wê demê binerin. Bi milyonan mirov tev li çalakiyan bûn. Di encama wan çalakî û piştevaniyê de hikûmeta Başûrê Afrikayê Mandela serbest berda. Ji bo azadiya Ocalan jî pêdivî bi şêwir û piştevaniyek mezintir û xurttir heye. Divê bi deh hezaran bimeşin û tev li çalakiyan bibin. Divê ne tenê li Tirkiyeyê, divê li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û dewleten cîhanê çalakiyên girseyî bêne lidarxistin. Wekî çalakiyen li dijî komkujiya Xezayê divê piştevanî pêş bikeve.

Shalala bal kişand ser Rêxistina Piştevaniya Jinan a Navneteweyî û wiha pêde çû: “Ev rêxistin ji gelek jinên welatên cuda pêk tên. Li ser navê welatên cuda jin hatine cem hev û têdikoşin. Bi taybetî jinen kurd ê li Ewropa û jinen Filipînî bi hev re xebatê dikin. Di navbera wan de piştevaniyek pir xurt heye. Ev rêxistina navneteweyî li Neteweyên Yekbûyî û Kanadayê jî pir çalak e.”

Shalala da zanîn ku ew xwe pir nêzî gelê kurd û tekoşîna gelê kurd dibîne û wiha bi dawî kir: “Di navbera me de piştevaniyek pir xurt heye. Bi taybetî di têkoşîna jinên kurd de em dibin yek. Hevrêyên kurd tên Filipînê ziyaret dikin. Cerebe û serpêhatiyen xwe parve dikin. Dostaniyek gelek mezin heye.”