Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê, 4ê çileya 2026an, li Amedê bi dirûşma “Hêvî û azadiyê” mitîngekê li dar bixe. Di mitîngê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin. Platformê ji bo mitîngê, 17ê kanûnê, daxuyaniyek da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Têkildarî armanca mitîngê û xebaten mitîngê Endamê Komîteya Amadekar a Mitînga 4ê çileyê, Bedirxan Çetînkaya nirxandin kirin.
Bedirxan Çetînkaya anî ziman ku Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê ku di nav de DBP, DEM Partî, TJA, Meclisa Ciwanan û tevahiya rêxistinên sivîl û civakî yên Amedê hene dê 4ê çileyê, li qada Îstasyonê ya Amedê mitîngekê pêk bîne û wiha got: “Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngê li dar bixin. Em bi biryar in wê rojê mitîngek bi coş, kelecan û heybet li dar bixin. Di pêvajoya 52 salan de gelek caran hewldanên çareseriyê bi pêş ketin. Lê her tim hatin astengkirin. Li dijî çareseriyê her tim polîtîkayên desthilatê yên bêçareseriyê derketin pêş. Van astengiyên li pêşiya çareseriya kurdî, her tim pirsgirêka gelê kurd kûr kir. Ev pirsgirêk êdî ne tenê herêmî ye, bûye pirsgirêkek gerdûnî û hemû cîhanê eleqedar dike. Ji ber van polîtîkayên şer û înkarê, gelê li Rojhilata Navîn êş û kederên gelek mezin jiyane.”
Çûyîna îmraliyê girêkek vekir
Endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Bedirxan Çetînkaya, anî ziman ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li meclisê komîsyon hat avakirin û wiha axivî: “Komîsyona meclisê ji bo çareseriyê li nûnerên partiyên siyasî, komele, saziyên civakî, rêxistinên demokratîk û hemû beşên civakê guhdarî kirin. Piştî hevdîtinên bi nûnerên sazî û partiyan re şandeya Komîsyona Meclisê 24ê mijdarê çû Girava Îmraliyê. Bi vê hevdîtina li Îmraliyê pêvajoya krîtîk li pey xwe hişt.”
Polîtîkayên Tirkiyeyê gel bê nefes hişt
Bedirxan Çetînkaya da zanîn ku sed sal in çand, ziman û nasnameya gel tê înkarkirin û wiha berdewam kir: “Vê politîkaya qirêj a Tirkiyeyê ne tenê li ser gelê kurd, li ser hemû gelên Tirkiyeyê rûxandinek mezin ava kiriye. Bi van polîtikayan gel heviya siberojê wenda kir. Nasnameya xwe wenda kir û bê nefes ma. Bê ziman, nasname, çand, bîr û hiş ma. Li dijî van politikayên qirêj 52 salan şerekî dijwar hat meşandin.”
Bedirxan Çetinkaya, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî ku 27ê sibatê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, PKKê kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir û wiha berdewam kir: “Piştî şerê 52 salan dewletê êdî hebûna gelê kurd qebûl kir. Piştî hebûna gelê kurd qebûl bû, PKKê xwe fesih kir.”
Bedirxan Çetînkaya, herî dawî destnîşan kir ku pêvajo hatiye asteke nû û wiha got: “Divê êdî dewlet rola xwe bilîze. Ku dewlet erka xwe pêk neyne dê pêvajo bixitime. Em naxwazin pêvajo bixetime. Ji bo pêvoja nexitime, gava herî girîng dayîna mafê hêviyê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Eger azadiya fizîkî pêk neyê, dê pêvajo bixitime. Em dixwazin gelên li Tirkiye û Kurdistanê bi hev re bijîn. Ji bo azadiya iîzîkî û mafê hêviyê pêk bê, em Platforma Saziyên Demokratîk ên li Amedê, em ê 4ê çileyê mitîngê li dar dixin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî mitîngê bibin. Em ê, 4ê çileyê, li qada Îstasyonê ya Amedê mitînga dirokî pêk bînin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û demokratîkbûna tevahiya Tirkiyeyê werin em bi hev re beşdarî vê mitîngê bibin. Em hemû gelê kurd li dora Rêber Abdullah Ocalan kom bibin û aştiyê mîsoger bikin. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan pêk neyê gel jî azad nabe. Ji bo pêvajo bigihîje serkeftinê divê azadiya fizîkî pêk bê. Em dixwazin hemû gelê Amedê bi coş û kelecanek mezin beşdarî mitînê bibe.”
