13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Til Temir û Zirganê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan.

Şêniyên Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek girseyî pêk anîn.

Meşê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir û li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî rawestiya. Li wir, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Hesekê Ebdurehman Hisên axivî û got: “Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin ku ji zêdetirî 25 salan ve berdewam e.”

Hisên, anî ziman ku dewleta tirk nikare vîna gel bişikîne û wiha got: “Em serî natewînin û dê çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin.”

Endama rêveberiya Komîteya Aboriyê Semah Hemadî li ser navê Meclisa Bajarê Zirgan axivî û got: “Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî şermezar dikin. Bêdengiya wan, şermek e li eniyê mirovahiyê û cîhanê.”

Semah destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin dê li qadan bin.