10-17’ê kanûnê hefteya mafên mirovan e. Dema em li rewşa Tirkiyeyê dinerin, em dibînin ku hêj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Rojnameger, siyasetmedar ji ber fikrên xwe tên girtin û darizandin. Li kolanan mirov mirov tên qetilkirin. Li Îmraliyê tecrîdek giran heye. Lê li aliyê din li dijî tecrîdê îro têkoşîna gel jî pêl bi pêl mezin dibe. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî mijarê pirsên me bersivandin.
Hûn wekî parazvanê mafê mirovan rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Dema em bi giştî li rewşa mafên mirovan a Tirkiyeyê dinerin, mafê mirovan bûye îstîsna, qedexe jî bûne pîvanên giştî. Rewşa mafên mirovan tu çar baş nebûye. Lê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk, di salên 2013 -2015’an de gav hatin avêtin û ji ber sedemên ku tam nehatin ronîkirin hat bidawîkirin. Bi xelasbûna vê pêvajoyê rewş bêtir xerab bû. Beriya hilbijartina 2015’an di 5’ê hezîranê de di mîtînga HDP’ê ya Amedê de bombe teqandin. Di 20’ê tîrmehê de li dijî ciwanên sosyalist li Pirsûsê bombe teqandin. Di êrîşa DAIŞ’ê de 33 ciwanên sosyalist hatin kuştin. 2 roj piştî vê bûyerê di 22’yê tîrmehê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 2 polîs kuştin û ev yek kirin hinceta şer. Di 24’ê tîrmeha 2015’an de bi operasyona leşkerî bi awayekî fermî pêvajoya çareseriyê bi dawî kirin. Di vê pêvajoyê de DAIŞ’ê li qada GAR’ê ya Enqereyê di 10’ê cotmeha 2015’an li dijî beşdarên mîtinga aştî û demokrasiyê êrîş pêk anî. Di êrîşê de 104 kes hatin qetilkirin. Bi sedan kes birîndar bûn. Di vê pêvajoyê de hêj kujerên wan nehatine dîtin û darizandin pêk hatin. Piştî pêvajo bi dawî kirin, di 15’ê tîrmeha 2016’an de darbe pêk anîn û bi vê darbeyê re OHAL îlan kirin. OHAL’ê bi fermî heta 2018’an dewam kir. Lê bi fîîlî hêj didome. Di vê pêvajoyê de hemû mafên mirovan ji destê wan hatin girtin. Pirsgirêka kurd dîsa wekî pirsgirêka ewlehiyê hat dîtin. Ji sala 2016’an heta niha li bajarên kurdan bi taybetî li Wan, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Dêrsim, Sêrt û wekî din çalakî û daxuyanî tên qedexekirin. Niha li Wan û Colemêrgê bi fermana walîtiyan ev qedexe didomin. Bi van qedexeyan xebat û çalakiyên saziyên demokratîk tên astengkirin.
Herî zêde di kîjan qadê de mafên mirovan tê binpêkirin?
Ji avakirina komarê heta niha hewl didin li Tirkiyeyê kêşeya kurd û kêşeya elewîtiyê bi înkar û bişaftinê çareser bikin. Kurd û elewî hemwelatîbûna wekhev dixwazin. Li Tirkiyeyê mafên jin, zarok, penaberan tê înkarkirin. Pirsgirêka bêcezakirin, kujerên nediyar, kesên di bin çavan de hatine windakirin, talankirina derdor û ekolojiyê hêj nehatine çareserkirin. Mafên civakî û aborî, azadiya çapemeniyê pirsgirêkên li benda çareseriyê ne. Heta ku meseleya kurd û elewîtiyê bi rêbazên demokratîk çareser nebe, meseleyên din jî çareser nabin. Ji ber meseleyên esasî nayên çareserkirin, daxwazên mafdar bi ‘terorê’ re girê didin û tundiyê pêş dixin. Xizmên windayan di sala 1995’an de dest bi lêgerîna aqûbeta xizmên xwe kirin û xwestin kujer bên darizandin. Lê daxwaza malbatan di sala 2018’an de di hefteya 700’î de bi fermana Wezîrê Karên Hundir hat qedexekirin. Her çend Dadgeha Destûra Bingehîn di 8’ê nîsana 2023’yan de ev qedexe wekî binpêkirina mafan pênase kir jî, ji çalakiya nobetê ya hefteya 841’an heta 971’an her hefte xizmên windayan bi tundiya polîsan re rû bi rû dimînin û binçav kirin. Bi vê yekê mafê wan ê azadiya îfade û çalakiyê binpê dikin. Ji 4’ê mijdara 2023’yan ve di hefteya 971’an de tenê10 kesan berdidin qadê.
Li girtîgehan rewşa mafên girtiyan ê tenduristî, ragihandinê çi ye?
Li gorî tespîtên ÎHD’ê li Tirkiyeyê 651 girtiyên ku nexweşên giran in hene. Bi giştî hezar û 517 girtî nexweş in. Li gorî daneyên Wezareta Dadê di sala 2005’an de 55.870 girtî hebûn. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Ceza û Malên Tevkifan ji 1’ê hezîrana 2023’yan li Tirkiyeyê bi giştî 407 girtîgeh hene. Kapasîteya van girtîgehan 296.202 kes in. Li girtîgehan 349.893 girtî hene. Li girtîgehan 53.691 girtî zêdeyî kapasîteya girtîgehan e. Di 18 salan de hejmara girtiyan 7 qat zêde bûne.
Li gorî agahiyên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, di 2018-2023’yan de 2 hezar û 258 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Mixabin 83 girtiyên nexweş ên di lîsteya ÎHD’ê de bûn, di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet girtiyên siyasî li Girtîgehên Tîpên S û bi hezaran kilometre dûrî malbatên xwe tên girtin. Di sala 2016’an de bi taybetî piştî guhertina înfazê mafên girtiyên polîtîk bêtir tên binpêkirin. Girtiyên nexweş ji nexweşxaneyên dewletê raporan digirin. Lê Saziya Tipa Edlî (ATK) van raporan red dike. ÎHD bi derfetên xwe hewl dide bi rêk û pêk mehekê, 3 meh û salane têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehan raporan amade bike û bi raya giştî re parve bike.
Hûn tecrîda li Îmraliyê ya 25 salan çawa pênase dikin?
Girtîgeha girava Îmraliyê li gorî girtîgehên din ên Tirkiyeyê pir pir taybet e. Rêveberiya wê jî pir taybet e. 33 meh in li girtîgeha girava Îmraliyê bi her awayî mafên girtiyan ji destê wan girtine. Girtiyên din ên li gel Abdullah Ocalan jî ji sala 2019’an nikarin ji mafên xwe sûdê bigirin û tên tecrîdkirin. Nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber pirsgirêka kurd red dikin û bi polîtîkayên bişaftinê nêzîk dibin, di encama van polîtîkayan de Abdullah Ocalan û hevalên wî yên di çareseriya meseleya kurd re rolekî çalak dilîzin, tecrîd dikin. Bi polîtîkaya tecrîdê nahêlin Abdullah Ocalan rol û hewldana xwe ya çareseriya demokratîk a meseleya kurd pêk bîne. Me rola Abdullah Ocalan a çareserî, aştî û demokrasiyê di salên 2013-2015’an de dît. Azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiya civakî û Tirkiyeyê pêwîst e. Ji bo çareseriya qeyrana aborî û aramiya civakê pêwîst e. Em wekî ÎHD’ê her tim diyar dikin ku mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ku pêwîste li hemû girtîgehên Tirkiyeyê bêne sepandin, li girava Îmraliyê jî bê sepandin û têxin meriyete. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, divê berî her tiştî tecrîd û izolasyona li Îmraliyê bi dawî bibe. Divê pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an dest pê bike. Li Îmraliyê 33 meh in tecrîda mutlaq heye. Girtiyên siyasî ji bo tecrîd bi dawî bibe girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Divê daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin. Ji bo em geşedanên li Îmraliyê di cih de bişopînin, me xwest heyetek serbixwe ku ÎHD wê ava bike biçe girtîgeha Îmraliyê. Daxwaza me ew e ku di demek kurt de serlêdanên me bi erênî bê bersivandin.
Hûn kuştin, girtin, îşkence û tundiya li dijî mirovan a li kolanên Kurdistan û Tirkiyeyê çawa digirin dest. Çima mafan binpê dikin?
Tundiya polîsan a li kolanan, tundiya polîsan a li dijî çalakiyên demokratîk, karakterên rejîmên otoriter in. Li Rûsya bi hezaran kesên li dijî şerê Ukrayna derketin di şevekê de girtin. Li Îranê li dijî kuştina Mahsa Jîna Emînî gel derket kolanan. Lê polîsan bi tundî êrîş kirin. Li Tirkiyeyê jî piştî sala 2015’an hemû çalakiyên demokratîk û mafê rewa yê çalakiyan hatin astengkirin. Me di hilbijartina wekîlan û serokkomariyê de jî dît ku li meclîsê û li qadan mafê propagandaya siyasî nedan siyaseta muxalîf. Di 6 mehên ewil ên 2023’yan de hejmara rojnamegerên girtî gihîşt 56 kesan. 336 doz li rojnamegeran vekirin. ÎHD’ê vê hefteya mafên mirovan wekî “Azadiya Îfade û Ramanê” û “Mafê Civîn û Xwepêşandanan” pênase kir.
Operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê, talankirina xwezayê di mafên mirovan de çawa tê pênasekirin?
Fikra Mafên Mirovan, ji xwezayê qut nayê destgirtin. Dijberî vê yekê tevî qada civakî, çandî, erdnîgarî û xwezayî ku di nav de dijî digire dest. Bi hemû cureyên zindiyan re digire dest. Ji ber vê yekê mirov dikare mafên mirovan wekî aştiya di navbera mirov, gerdûn, cîhan û jiyana xwezayî ku di nav de dijîn pênase bike. Jiyana aştî, hem di navbera mirov û mirov de hem jî di navbera mirov û xwezayê de pêş dikeve. Jiyana aştî hevsengî û ahengiya di navbera xweza, derdor, cîhan û jiyana xwezayî de ye pêk tê. Şer di serî de mirov û cureyê zindiyên din tune dike. Dîsa xweza, nebat û hemû ruhberên din tune dike û qirêj dike. Feraseta ewlehiyê ya li Dêrsim, Cûdî, Amed, Çewlîk û hwd hin caran bi rêyên bendavan qada jiyana mirov û zindiyên din tune dike. Bi heman ferasetê ji şewata daristanên li herêmê temaşe dikin û mudaxale nakin. Hin caran jî li bajarên Kurdistanê bi karkerên daristanê xwezayê tune dikin. Bi van rêbazan hem cureyên zindiyan tune dikin, hem jî hevsengiya parastina xwezayê xera dikin. Xwezayê bê parastin dihêlin. Pêşîlêgirtina talanê û parastina jiyanê bi polîtîkayên aştiyane pêş dikeve. Li erdnîgariya kurdan bi rêbazên cuda jiyana ekolojîk tune dikin. Şîrketên neteweyî û navneteweyî bi rêbazên şîrketên enerjiyê, maden û bendavan qadên jiyanê tune dikin. Cem dimiçiqin. Av tune dibe û pergala ekosîstemê xera dibe. Ji ber vê yekê bi operasyonan hemû mafê jiyanê tune dibe.
Komisyona mafên mirovan a meclisê, li dijî binpêkirina mafan çi kiriye. Dîsa ÎHD’ê ji bo binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe û mafên mirovan bê parastin çi dike?
Bêguman Meclîsa Tirkiyeyê cihê ku herî zêde mirov li benda wê ne ku pirsgirêkan çareser bike. Lê bi salên dirêj meclîs di bin kontrol û fermana leşkeriyê de bû. Siyaseta niha li îktîdarê jî ev yek anî ziman. Bi salan bi rêya bendavan destûr nedan ku partiyên siyasî yên kurdan têkeve meclisê. Di sala 2007’an de 22 wekilên Hezar Hêvî yên DTP’ê ketin meclisê. Piştî vê yekê bend êdî bêwate bûn. Di sala 2023’yan de di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê de piştî kurdan bend derbas kirin vê carê bend daxistin ji sedî 7’an. Di sala 2017’an de pergala Serokkomariya Partiyê xistin meriyetê. Bi vê zagonê komîsyonên mafên mirovan bêtir bêtesîr hat hiştin. Gelek saziyên mafên mirovan ji meclisê hatin derxistin. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê li şûna karê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê hêsan bike, karê ÎHD’ê bêtir giran dike. Bi vî aliyê xwe di pêvajoya ku binpêkirina mafên mirovan gelek zêde ye de, hejmara aktîvîst û dildarên me kêm dibin. Disa rêveber, aktîvîst û endamên Komeleya Mafên Mirovan jî bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Dibin qurbana cînayetên kujer nediyar. Endam û rêveberên me tên girtin. Di Kongreya 21’emîn de ev hemû mijar hatin destgirtin û li gorî vê yekê binê wê hatiye xêzkirin ku dê tenê xwe bi raporan bi sînor neke. Dê raste rast bi hemû pirsgirêkên mafên mirovan re eleqeder bibe. Ji bo rê û rêbazên çareseriyê peyda bike dê panel, semîner, konferans û komxebatan li dar bixe. Me erka parastina 15 xalên rêgezên bingehîn yên Rêziknameya ÎHD’ê ji bo xwe şert dîtiye. Niha şaxên me yên ÎHD’ê, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiyan li dar dixin. Her meh roja îna yekem li hemû şaxên me nobeta aştiyê tê girtin. Dîsa her hefte ji bo balê bikişîne ser girtiyên neşweş çalakiyan li dar dixin.
Saziyên mafên mirovan ên Ewropa, di serî de li dijî tecrîdê û hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê çiqas rol û rista xwe pêk tînin?
Mekanîzmayên mafên mirovan ên Navdewletî li gorî têkiliyên navbera dewletan birêve diçe. Li gorî vê yekê nirxên mafên mirovan wekî amûr tên dîtin. Dema yekîneyên fikrên siyasî û aborî tên avakirin, nirxên mafên mirovan tên paşguhkirin. Tirkiyeyê gelek belgeyên ku alîgiriya xwe ya parastina mafên mirovan îmze kiriye û piştevanî kiriye. Li gorî usula xala 90’î ya Destûra Bingehîn rêgezên mafên mirovan ên gerdûnî îmze kiriye. Li aliyê din Tirkiye ji bo bibe endamê Yekîtiya Ewropa muzekereyan pêş dixe. Lê li gel vê yekê tevî biryara DMME’ê ya der barê Osman Kavala û Selahattin Demirtaş de gavên dijber davêje. Ji sala 2017’an heta niha Tirkiye di bin venêrtina siyasî ya YE’yê ye. Disa ji 2019’an ve YE’ê muzakereyên Tirkiyeyê rawestandiye
Huseyîn Kuçukbalaban kî ye?
Di sala 1970’an de li Meletiyê ji dayik bû. Zanîngeha Gaziyê beşa mamostetî û beşa têkiliyên navdewletî ya Zanîngeha Anadolu xwendiye. Li Rihayê mamostetî kir. Di 1999’an de mişextî Gîresun û Çanakkaleyê bû. Di 2008-2012’an de rêveberiya ÎHD’a Çanakkaleyê kir. Di 2012-2016’an de di komisyona mafên mirovan a BDP û HDP’ê de cih girt. Ji 2020’an pêve demek dirêj Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê bû. Niha Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê ye.