Rêxistinên jinan ji bo Aysel Tugluk bi navê “Ji Bo Aysel Tugluk 1000 jin” dest bi kampanya hastegê kirin.
Jinan têkildarî kampanyayê diyar kirin ku siyasetmedar û Parêzer Aysel Tugluk 381 roj in li gel nexweşiya demansê nayê berdan. Jinan bang li hemû baroyan û hempîşeyên Tugluk kir û wiha got: “Di roja parêzeran de em bang li hemû jinên parêzer dikin. Em dixwazin parêzerên jin û baroyên wan ji bo ku Aysel Tugluk têkevin nava tevgerê.” Jinan ji bo ku Tugluk bê berdan kampanya hastaga #EmAyselêDiparêzin (#AyseliSavunuyoruz) dan destpêkirin.