Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna xwe ya birêxistinbûnê ya Herêma Egeyê li dar xist. Civîn li navçeya Bayrakli a Îzmîrê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî a DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Sûltan Ozcan, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên bajêr û navçeyên Herêma Egeyê yên DEM Partiyê û endamên partiyan beşdarî civînê bûn.
Tulay Hatîmogûllari iyar kir ku ew di pêkanîna aştiyê de bi israr in û got ku divê têkoşîna ji bo aştiyê were mezinkirin û got: ‘’Di van demên dawî de emli hemû cihan dibînin ku nîqaşên têkildarî Birêz Ocalan, çareseriyê û geşedanên nû tên kirin. Me careke din dît ku di nava civaka Tirkiyeyê de beşeke mezin a niha vê pirsgirêkê dinirxîne û pirsgirêka Kurd bûye rojeva Tirkiyeyê.’’
Divê tecrîd bê rakirin
Hatîmogûllari anî ziman ku aktorê sereke yê çareseriyê Rêber Apo ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em di wê baweriyê de ne ku rabûna tecrîda Îmraliyê, azadbûna Birêz Ocalan û diyalogên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd wê ne tenê ji bo Tirkiyeyê û gelê Kurd wê ji bo hemû gelên herêmê baş be. Wê ji bo aştiya herêmê bibe xizmeteke baş. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ku divê tecrîda Îmraliyê rabe û Birêz Abdullah Ocalan biaxive.’’