15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo aştiyê azadî ferz e

Parêzvana mafê mirovan Reyhan Yalçindag Baydemir destnîşankir ku eger Tirkiye biryara Konseya Ewropayê ya mafê hêviyê pêk neyne, ev yek rasterast binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye û wiha got: “Ev yek tê wê wateyê ku îşkence û miameleya xirab hîna berdewam dike. Wekî gelek biryarên din, Tirkiye ev biryar jî pêk neanî. Esasen li dijî makezagona xwe tev digere. Ji ber ku madeya 90î ya makezagonê dibêje ku pêkanîna biryarên DMMEyê mecbûrî ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê derket û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li gelek welatan geriya. Lê dewletên ku nedixwestin pirsgirêka kurd çareser bibe di 15ê Sibata 1999an de Rêberê Gelê Kurd bi komployekê radestî Tirkiyeyê kirin. Ji wê rojê heta niha Rêberê Gelê Kurd li Girava Îmraliyê tê ragirtin û ji mafê hêviyê bêpar tê hiştin. Tirkiye tevî biryara DMMEyê jî naxwaze mafê hêviyê bikeve rojevê. Li ser biryara mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku Tirkiyeyê pêk neanî û Konseya Mafê Mirovan a Ewropayê jî ev biryar taloqî meha hezîrana 2026an kir, parêzvana mafê mirovan Reyhan Yalçindag Baydemir pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivandin.

Mafê hêviyê tê çi wateyê û xwe dispêre kîjan dîrokê?

Kesên ku miebeta girankirî yan jî zindankirina heta dawiya emr li wan hatiye birîn, li şûna ku heta dawiya temenê xwe di zindanê de bimînin, piştî derbasbûna demeke diyarkirî ji hêla fizîkî ve digihîjin azadiya xwe, ji vê yekê re mafê hêviyê tê gotin. Jixwe rewşa girtiyên siyasî yan jî zindanîkirina  mixalifan bi xwe mijareke bi nîqaş e û di demokrasiyên hevdem de cihê vê yekê tune ye. Lewma di bin navê muebeta girankirî de wisa dikin ku girtî hema hema heta dawiya emrê xwe di zindanê de bimînin. Ev yek esasen îdamek e ku bi demê re tê kirin. Ji ber vê yekê bingeha mafê hêviyê ew mekanîzmaya hiqûqî ye ku piştî derbasbûna demeke berbiçav girtî werin berdan. Eger na, ev yek nabe muebet, dibe cezaya mirinê.

Ji bo pêkanîna “Mafê Hêviyê” ku Konseya Ewropayê dabû Tirkiyeyê bi dawî bû û careke din dem da Tirkiyeyê, gelo çima Tirkiye mafê hêviyê pêk nayne?

Tirkiye mafê hêviyê bi cih nayne, ev yek rasterast binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. DMMEyê di 2014an de li ser Abdullah Ocalan biryar da. Ez yek ji wan parêzeran im ku ev yek biriye DMMEyê. DMMEyê mafê hêviyê cara ewil wê demê di wê biryara xwe de nirxand û biryar da ku di cezayê muebeta girankirî ya Abdullah Ocalan de mafê berdana bi şert tune ye û şertên tenêhiştinê (tecrîd) madeya 3yemîn a peymanê binpê dike. Abdullah Ocalan hîna di bin van şert û mercan de tê girtin û tevî ku 11 sal di ser vê biryarê re derbas bûbin jî, hîna mekanîzmaya berdanê pêk nehatiye. Ev yek tê wê wateyê ku îşkence û miameleya xirab hîna berdewam dike. Wekî gelek biryarên din, Tirkiyeyê ev biryar jî pêk neanî. Esasen li dijî makezagona xwe tevdigere. Ji ber ku madeya 90î ya makezagonê dibêje ku pêkanîna biryarên DMMEyê mecbûrî ye.

Li gelek welatên cîhanê ji bo çareseriya pevçûn û şeran rêbazên taybet hatine ceribandin. Hin ji wan bi awayekî cidî serkeftî bûne û veguherîne aştiya mayinde. Ji bo ku ev pêvajoya heyî serkeftî bibe, divê biryarên DMME û Dadgeha Makezagonê werin bicihanîn û rê were vekirin ku muxalafeta kurd ku derketiye derveyî rêbaza çekdarî siyasetê bike û siyaseta demokratîk were misogerkirin. Madem aktorê sereke yê pêvajoyê birêz Ocalan e, wê demê divê bê ku dereng bibe û hêviyên aştiyê tune bibin, divê qanûnên pêwîst werin derxistin. Tenê derxistina qanûnan jî pirsgirêkê çareser nake, lewma divê rê bê vekirin ku mewzûata nû were bicihanîn. Ev mewzûat li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye. Wekî din, ne rastî ye ku mirov ji kesekî hêvî bike ku pêvajoyê bi rê ve bibe ku ew kes di bin tecrîd û îzolasyonê de ye û girtîbûna wî dewam dike. Tenê carekê parêzer çûn hevdîtinê û Heyeta Îmraliyê bi awayekî sînordar bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike, lewma ev yek nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye. Çareserî ew e ku mafê hêviyê were bicihanîn ku biryara DMMEyê ya 2014an jî vê yekê dibêje.

Divê entegrasyona demokratîk çawa pêk were? Di warê yasayî de entegrasyon dê çawa çêbibe?

Mixalefeta kurdî ya ku derketiye derveyî rêbaza çekdarî, heta ku guherînên qanûnî neyên kirin û mewzûata entegrasyonê çênebe, ne mimkûn e ku werin siyasetê bikin. Heta niha hin hiqûqnas, rêxistinên mafên mirovan, akademîsyen û saziyên civaka sivîl gelek pêşniyar ji komîsyonê re pêşkêş kirin. Dengê wan esasen dengê kolanan û dengê wan kesan e ku di 52 salên dawî de li Tirkiyeyê ji pevçûnan bandor kirine. Dema ku li wî dengî binêrin, dê were dîtin ku tişta pêwîst, tişta ku divê ewil were kirin û tişta lezgîn guherandina mewzûata qanûnî ye û li meclisê derxistina qanûnên beşdarbûna demokratîk e. Lê mixabin tevî ku bendewariya civakê evqas zêde ye, girtiyên nexweş jî nayên berdan; tevî ku dema xwe ya girtîbûnê çend sal berê temam kiribin jî, gelek girtiyên siyasî bi awayekî kêfî ji azadiya xwe bêpar tên hiştin.

Ji bo pêşketina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ astengiyên yasayî çi ne û lazim e ev astengî çawa bên derbaskirin?

Me di pêvajoya çareseriyê ya berî niha de jî gelek caran anîbû ziman, heta ku pêvajo bi qanûnan neyê piştgirîkirin, ne mimkûn e ku bigihîje encamê. Avakirina komîsyonekê di bin banê meclisê de gaveke girîng bû, lê belê xuya ye ku ev yek ne bes e. Heta  me dît ku tehemul nekirin ku Dayikên Aştiyê xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Tiştekî hêja ye ku hin beşên civakê heta radeyeke sînordar fikrên xwe anîn ziman, lê belê rêxistinên jinan, saziyên ciwanan, tevgerên ekolojiyê û kesên ku ji şer û wêrankariyê zerar dîtine, nehatin guhdarkirin. Lewma divê ev beş jî werin guhdarkirin, divê ne tenê guhdar bikin, her wiha çawa ku meclis vebibe, divê pêşniyar bibin qanûn. Eger na, ev yek mayinde nabe. Ji bo ku mayinde bibe, divê mewzûateke qanûnî ya nû were çêkirin ku giştgir be û bingeha wê xurt be.

Divê neyê jibîrkirin ku ev pirsgirêk hevtemenê komarê ye. Komarek ku leşkeran ava kiribe û zihniyeta mîlîtarîst şekil dabe wê, ne mimkûn e ku mirov di wê de li hêviya atmosfereke wisa be ku rêzê li azadiyên sivîl û demokratîk bigire. Zihniyeteke wisa ye ku ji destpêkê ve nehiştiye ku gelên li Tirkiyeyê bi zimanê xwe yê dayikê, bi reng û bawerî û nasnameya xwe bijîn; kesên ku ne tirk û sunî bin, cudakarî li hember wan kiriye. Ji ber vê yekê yek ji astengiyên li pêşiya pêşveçûna civaka demokratîk makezagona heyî ye ku berhema cûntayeke leşkerî ye. Pergaleke ku cihêrengiyan tune bihesibîne, wan yekreng bibîne û xwe bi metafora ‘yek ziman, yek dîn, yek milet’ bîne ziman, ne mimkûn e ku di wê de civaka demokratîk pêk were. Civaka demokratîk berî her tiştî civakeke wisa ye ku xwe di ewlehiyê de hîs dike, bi nasnameya xwe ya rasteqîn û bi awayekî azad xwe li ser pêyan digire û mafên xwe yên zikmakî di bin misogeriya qanûnan de dibîne.

Girîngiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêvajoyê divê ji aliyê hikûmetê ve çawa bê nirxandin û komîsyon çawa tevbigere?

Esasen divê mirov vê pirsê ji desthilatdariyê û şirîkê wê bipirse. Pêvajo bi Ocalan re tê meşandin û careke din derket ku ew tekane kes e ku dikare çekan derxe derveyî rêbazê. Lewma dewlet heta ku azadiya Abdullah Ocalan pêk neyne, dê vê pêvajoyê çawa bimeşîne? Berî her tiştî ev yek di heman demê de testeke samîmiyetê ye jî. Li aliyekî dê behsa rêberiya avakar a birêz Ocalan were kirin, lê li aliyê din jî dê şert û mercên wekhev neyên pêkanîn û hîna jî di bin tecrîdê de be. Li tu dereke dinyayê nêrîneke wiha serkeftin neaniye û rê li ber çareseriya mayinde venekiriye. Lewma rastîbûna aştiyê ku bi qasî nan û avê pêwîstiya mirovan pê heye, di wê yekê re derbas dibe ku rêveberê wê bikare bi awayekî azad xebatên xwe bimeşîne. Heta niha komîsyonê Abdullah Ocalan guhdar nekiriye, ev yek jî têra xwe rewşeke biproblem e. Divê komîsyon demildest guh bide fikrên Ocalan jî û mîsyona xwe bimeşîne.

Herî dawî di çarçoveya pirsên me û tabloya ku te derxistiye holê li ser pêvajoyê tu dikare çi bêjî?

Biryareke DMMEyê li ser mafê hêviyê heye û li gorî madeya 90î ya makezagonê ev biryar girêder e û nîhaî ye. Eger neyê bicihanîn, mueyîdeyên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikevin meriyetê. Komîte çend roj berî niha civiya û rexne li Tirkiyeyê kir ku Tirkiye heta niha tedbîrên qanûnî negirtine û bang li Tirkiyeyê kir ku divê di vê mijarê de bi awayekî lezgîn gavan biavêje. Berî rûniştina Komîteya Wezîran, dema ku em li pêşkêşiyên nivîskî yên saziyên navneteweyî yên wekî TLSP, ELDH, MAF-DADê dinêrin, em dibînin ku komîteyê di biryara xwe de cih daye nêrînên wan. Di rûniştinên berê de jî saziyên hiqûq û mafên mirovan ên wekî IHD, FIDH û TLSPyê pêşkêşiyên xwe yên nivîskî pêşkêş kirin û diyar kirin ku ew ê şopdarê bicihanîna biryara DMMEyê bin. Komîteyê di biryara xwe ya meha îlonê de daxwaza avakirina mekanîzmayeke qanûnî kir ku rê li ber serbestberdanê vedike. Heta ku ev biryar were bicihanîn, divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hewldanên xwe yên li ba Komîteyê bidomînin.

Ji nifşa min îro gelek kes ne li jiyanê ne, ev yek ji bo min gelek tiştan îfade dike. Qonaxeke wisa ye ku 52 sal in bênavber dewam dike. Dewletê di salên ewil de xwe ji gotina ‘şer’ dûr girt, lê paşê dem bi dem jê re got ‘şerê astnizm’. Êşên vê qonaxê, wêrankarî û windahiyên wê hîna li holê dimînin. Min temamê jiyana xwe ya kar bi vekirina gorên komî, bi ronîkirina kuştiyên ku kiryarên wan tên veşartin û bi pirsîna kiryarên gundên şewitandî derbas kir. Wek hiqûqnasekê divê bibêjim ku yek ji lingên aştiyeke rastî û birûmet jî ‘edaleta dema veguhêz’ e. Heta ku edalet pêk neyê, rûbirûbûn çênebe, heta ku kiryarên sûcên li dijî mirovahiyê neyên derxistin, yanî heta ku rastî bi hemû aliyên xwe ve neyê derxistin, ne mimkûn e ku aştî pêk were. Ji ber ku aştî ne tenê ew tişt e ku çek neteqin. Aştiya rastî, aştiyeke birûmet tenê û tenê bi misogerkirina mafên kurdan, bi makezagoneke demokratîk, bi mewzûateke qanûnî ya demokratîk û bi derketina heqîqetan pêk tê.

Reyhan Yalçindag Baydemîr kî ye?

Di sala 1974an de li Amedê hatiye dinyayê û di sala 1991ê de dest bi fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê kiriye. Ji ber şert û mercên giran ên salên 1990î xwestiye ku di qada mafên mirovan de bixebite. Rêveberiya Şaxa IHDyê ya Amedê û rêveberiya navenda giştî û serokatiya giştî kir. Di avakirina TOHAVê de cih girtiye. Ew yek ji wan hiqûqnasan e ku li ser navê IHDyê bi dildarî gelek bûyer birine DMME û Neteweyên Yekbûyî cih girtiye. Di nav van bûyeran de kuştiyên ku kiryarên wan tên veşartin, gorên komî, kuştiyên ku di wexta binçavkirinê de çêbûne, şewitandin û valakirina gundan, îşkenceya cinsî û fizîkî ku di binçavkirinê de çêbûne ku hê jî dodomin, di asya navneteweyî de eleqeder dibe.