13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Abdullah Ocalan parastin xwestin

Baroya Amedê, ji bo biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên di 10’ê Kanûna 2021’an de pêkanîbûn li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 5 serlêdan kirin. Lê belê serlêdanên ji bo “Azadiya Raman û Îfadeyê”, “Cinayetên Kiryarnediyar û windakirinên bi darê zorê”, “Pêkanînên Rewşa Awarte-KHK’yan”, “Mafê Xwepêşandana Aştiyane û Azadiya Rêxistinbûnê” û “Qedexeya Mûameleya Dijmirovahî û Îşkenceyê, Cezayê Muebeda Giran” heta niha pêvajoya venihêrînê nehatiye xebitandin. Wekî hincet jî hatibû diyarkirin ku “baro ne di wesfê saziyeke cemaweriyê de ne û ne rêxistineke civaka sivîl in.”

Komîteyê di civîna xwe ya 6’ê tîrmehê de ev mijar xistibû di nava rojeva xwe û biryar girtibû ku baro û saziyên hiqûqî jî dikarin der barê pêkanîna biryaran û kontrolkirina şert û mercên çareseriya dostane de serlêdanê bikin. Her wiha komîte ji bo vê biryara navborî xala 9.2 ya rêznameyê jî guherandibû. Bi vî awayî rê li ber serlêdana baroyên welatên endam a li Komîteyê vebûbû.

Ji bo biryara ‘Ocalan 2’ gav neavêtine

Baroyê serlêdanên ku beriya biryara Komîteyê kiribûn, cardin dubare kirin. Di nava van biryaran de biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya der barê cezayê muebeda giran ya li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn jî heye. DMME’yê di 18’ê adara 2014’an de, der barê serlêdana 2003’yan a parêzerên Abdullah Ocalan de biryar dabû û gotibû, cezayê muebedê yê giran ê li Abdullah Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Li gel vê biryara ku wekî “Ocalan 2” tê binavkirin, Tirkiyeyê gavek jî neavêtibû. Li ser vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê qanûnên di çarçoveya “mafê hêviyê” de çêbike derheqê wê de pêvajoyeke venihêrînê dabû destpêkirin. Pêvajo wê di îlona îsal de bi dawî bibe.

Her wiha serlêdanên baroyê girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî dihewînin ku ji ber cezayê muebeda giran mafê wan ê “hêviyê” ji dest wan hatiye kirin.

Divê Tirkiye van biryaran pêk bîne

Endamê Lijneya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr der barê biryara Komîteyê û serlêdanên ku cardin kirine de ev tişt got: “Serlêdanên me ji ber nepêkanîna biryarên binpêkirina mafan ên DMME’yê hatine kirin. Doza Abdullah Ocalan jî di nava van serlêdanan de ye û di van serlêdanên de divê Tirkiye biryarên binpêkirinê yên DMME’yê pêk bîne. Wekî ku di biryarên binpêkirinê yên DMME’yê de jî hatiye diyarkirin, di çarçoveya ‘mafê hêviyê de’ piştî wextekê ji bo jinûve darizandinê divê di hiqûqa navxweyî de mekanîzamaya darizandinê bê çêkirin. Pêvajoya înfazeke heta mirinê bi tena serê xwe mayîna di hucreyekê de, têkildarî ‘qedexeya îşkence û muameleya xirab a li dijî mirovahiyê’ ye û lewma pêwîst e ku rejima Înfaza Cezayê ya li Tirkiyeyê li ser esasên mafan bê guherandin.”

‘Divê pergala qanûnê bê guhertin’

Ozdemîr, destnîşan kir ku wan li gor biryarên DMME’yê doza guhertinên binesaziyî kirine û wiha got: “Biryarên DMME’yê di wesfê tevdîrên takekesî û giştî de ne û binpêkirinên ji ber mewzûatê yan jî pêkanînê dikarin bi darizandina jinûve û bi pêşniyarên çareseriyê yên binesaziyî bên çareserkirin. Em wekî Baroya Amedê, ji bo pêkanîna van biryarên binpêkirinê, em doza guhertina mewzûatê û guhertina pergala qanûnê dikin. Divê di darizandinên kiryarnediyar û windakirina bi darê zorê de, nirxandina di pênaseya sûcê li hemberî mirovahiyê de bê kirin û metirsiya demboriyê ji holê bê rakirin. Gava li ser bê sekinandin ku îxracên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de di wesfa mirina civakî de ne, nexwe divê biryara Hamît Pîşkîn bê pêkanîn û bê tespîtkirin ku kiryara îxrackirinê ne hiqûqî ye.”

‘Wê nirxandina yekemîn bê kirin’

Di dawiya axaftina xwe de Ozdemîrî da zanîn ku Komîteya Wezîran li wan vegeriyaye û di bersiva xwe de doza parastinê li Tirkiyeyê kirine û got: “Têkildarî daxwazên me ji Tirkiyeyê parastin hatiye xwestin. Piştî parastina Tirkiyeyê wê nirxandina yekemîn bê kirin.”