Bi boneya 10ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, ji bo rewşa sîstema îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û ferzkirina “cezayên disîplînê” yên li dijî Abdullah Ocalan nameyek bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand. Name bi rêya şandeyeke ku ji endama Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nûha Umer, endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalana a Sûriyeyê Silêman Ehmed, Endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Aynûr Paşa û hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Niêmî pêk tê, radestî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NYyê ya li bajarê Qamişloyê hat kirin.
Naveroka nameyê wiha ye: “Birêz Antonio Guterres dekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî; Em spasdariya xwe ji bo hewldanên rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêkanîna mafên mirovan pêşkêş dikin. Em temaya “Mafên me, pêşeroja me, a niha” a Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan pir bi qîmet dibînin. Ew li gorî prensîba ku mafên mirovan rêya çareseriyê ye û roleke diyarker dilîze, ye. Em bi boneya Roja Mafê Mirovan a Cîhanê bi dilgermî dixwazin bala we bikişînin ser mijara rêberê Kurd ê humanîter Abdullah Ocalan ku tê tecrîdkirin. Hemû sûcên navneteweyî li ser tên kirin, terora ku di revandinê de tê îfadekirin û piştre jî di daraza heyeteke neserbixwe de ew xistin bin tecrîdekê. Ji bilî cezayên dîsîplînê yên li dû hev ku wî ji mafê hêviyê bê par dihêle, rê li ber hevdîtina wî ya bi xizm, parêzer û ekîba wî ya parastinê re digire. Em di wê baweriyê de ne ku haya we ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan heye. Dema hat revandin, mafê penaberiya siyasî li gorî xala 14an a Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji bo reva ji zilmê bi kar dianî. Banga me ew e ku hûn ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan destwerdaneke lezgîn bikin. Bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya navneteweyî heye, wê kampanyayê ji Kanûnê (2023) ve dest pê kir û heta niha berdewam dike.”