Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin di 20ê kanûna 2024ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Dewleta Tirk ve bi SÎHAyan hatin kuştin. Bi boneya kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di 21ê kanûnê de li Stenbolê daxuyanî hat dayin. Bi hinceta tevlibûna daxuyaniyê, der heqê rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, nûçegîhana Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol de bi îdiaya “Propagandeya rêxistinê” û “Mixalefeta qanûna hejmara 2911” doz hat vekirin. Danişîna 3yemîn a dozê li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê hat lidarxistin.
Di danişînê de ji ewil weke “şahid” li 2 polîsan hat guhdarîkirin. Polîsan, îdia kirin ku ji ber qedexeya Qeymeqamiya Beyoglûyê midaxileyê rojnamegerên li pêşiya Şaredariya Şîşliyê kirine û beriya midaxileyê banga “belav bibin” kirine.
Dozgerê ku berê têkildarî îdianameyê de mutalaaya xwe pêşkêş kiribû, bi îdiaya “Propagandeya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna hejmara 2911” xweset ceza li rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip, Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol were birîn.
Parêzeran, ji bo parastinê li dîjî mitaleayê dem xwestin.
Dadgehê, daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 2yê cotmehê kir.