MEBYADER, TUHAD-DER, DEM Partî, DBP TJA, hevşaredarên Cizîrê, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl en Şirnex, Cizîr, Silopya û Hezaxê li Gundê Elemonê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê serdana merasîma ji bo gerîlayê HPGê Cîhan Yîgît (Abbas Heftanîn) kirin.
Hevserokê DBPê ya Qilebanê Ahmet Tonga jî destnîşan kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin, dorê dide siyasetê û wiha got: “Pêvajoya Serokatî daye destpêkirin xwezî 30 salan berê bi encam bûya û ewqas berdêl nehatana dayîn. Pêvajo veguheriye siyasetê. Divê em tifaqa xwe xurt bikin da ku mafên xwe bi dest bixin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Ûysal jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye rojeva cîhanê û got: “Ji bo azadiya ziman, çand û mafên xwe divê em tifaqa xwe pêk bînin û destê Serokatiya xwe xurt bikin.”
Di serdanê de gelek caran dirûşmyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Li Wanê jî gelek kes çûn serdana merasîma sersaxiyê ya ji bo şehîd Ferman Turgut. Endamên MEBYA-DER û Platforma Saziyên Demokratîk jî di serdanê de cih girtin. Dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Sedan piştî duayan bi dawî bû.
