Danişîna ewil a 15 jê girtî 18 rojnamegerên girtî ku duh dest pê kiribû îro di roja duyemîn de bi dawî bû. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Piştî parastina rojnamegeran û parêzerên wan heyeta dadgehê ji bo aşkerakirina biryara xwe navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê ji bo her 15 rojnamegerên girtî jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.
Navê rojnamegerên bên berdan
Navê rojnamegerên girtî ku biryara berdana wan hat dayîn wiha ne;
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan
Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Şahîn
Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç
Rojnameger Omer Çelîk, Kameraman Mazlûm Dogan Guler
Kameraman Îbrahîm Koyûncû
Pêşkêşvan Neşe Toprak, Pêşkêşvan Elîf Ungur
Kameraman Abdûrrahman Oncu
Kameraman Suat Dogûhan
Rojnameger Remziye Temel
Kamereman Ramazan Gecîken
Rojnameger Lezgîn Akdenîz
Li bendê ye ku rojnameger di saetên şevê de ji girtîgehê bên berdan.
Piştî biryarê ji bo pêşwazîkirina wan gelek rojnamegeran berê xwe dan ber kampûsa girtîgehên Amedê.