Li bakurêrojavayê Pakistanê ji ber barînên zêde li gelek herêman lehî rabûn û hezaz çêbûn. Rayedaran, diyar kirin ku di nava 24 saetên dawî de 49 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 300 geştyar jî li deverên çiyayî hatine tehliyekirin. Hejmara kesên ji 26’ê Hezîranê heta niha ji ber barînên zêde jiyana xwe ji dest dane 360 kes derbas kir.
Li Cammu Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê jî ji ber barînên zêde lehî rabûn. Li gorî agahiyên destpêkê, di lehiyan de 60 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Kishtwarê ku piraniya wan hecî ne, zêdetirî 100 kes birîndar bûn û rewşa 38an jê giran e.
Li eyaleta Hîmaçal Pradeşê jî ji ber barînên zêde lehî rabûn û rêya 396 jîngehan hatin girtin.