7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber ku Sûriye nebû ya ‘Xwe’

Pergal ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ketiye, ne ku nû hilweşiya, lê belê çi kirin û nekirin Sûriye ji ber ku bi polîtîkayên hêzên derve dihate birêvebirin nikarîbû ku bibe ya 'Xwe'.

Li Sûriyeyê bûyer pir bi lez rû didin, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ji 27ê mijdarê ve dest bi êrîşan kirin. Bi girtina bajarê Helebê ku ji kevintirîn bajarên Sûriyeyê yê ku di warê erdîngarî, bazirganî û aborî de xwedî cihekî stratejîk e, pêvajoyeke nû li Sûriyeyê dest pê kir û pê re pêvajoyeke nû ya êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dest pê kir. Pêşiyê êrîşê Helebê kirin, Idlib girtin, ber bi Hema û Humis û paytexta Sûriyeyê Şamê ve çûn. HTŞ niha li wir serwer e. Pergala Sûriyeyê wekî laşekî mirî bû û Îran û Rûsyayê her hewl didan ku ruh bidinê lê nikarîbûn careke din wê zindî bikin. Pergal ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ketiye, ne ku nû hilweşiya, lê belê çi kirin û nekirin Sûriye ji ber ku bi polîtîkayên hêzên derve dihate birêvebirin nikarîbû ku bibe ya ‘Xwe’. Sûriye ji destpêka damerizandina komarê ve nebûye ya xwe û niha jî ji ber ku ne ya xwe û gelê xwe bû, zû hilweşiya û nikarîbû berxwedaneke layiq ku dîroka behsa wê bike bimeşîne.

Sykes Pîkot û Lozan

Di wextekî ku parçeyên Sûriyeyê di nav şev û rojekê de ji hêla HTŞê ve tên girtin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî (Şehba-Til Rifet-Minbic heta gundewarên Kobanê) berxwedaneke bêhempa heye û destan tên nivîsandin. Şervanên agir û rojê bi hildana ala şehîdan ber bi rojê ve dibezin û heta kêliya xwe ya dawiê ji bo gihiştina jiyaneke azad li ber xwe didin. Hêz û planên navneteweyî destwerdana Sûriyeyê dikin, ji hêz û enerjiya gel gelek mezintir e. Li ser kuştina zarokan û destdirêjiya li ser jinan planên xwe yên sedsalê pêk tînin û tîfaqên ku ji Sykes Picot û Lozanê dest pê kirî heta Astana û Cenewreyê tê bi parçekirina axê careke din, bi perîşankirina gelê resen û bicihkirina nîştecihan û malbatên çeteyan xalên wê pêk tînin. Guhertineke demografîk a taybet li herêmên ku kurd lê hene dimeşînin.

Ne şoreşeke klasîk e

Şerê ku îro pêk tê, jinan dike navenda şer û amûrê propogandaya êrîşên xwe. Li vir, Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li dijî Rojava teoriya ramanger Rêber Abdullah Ocalan hedef digire. Rêber Apo sedsala 21an wek sedsala azadiya jinan pênase kir. Lewra li Rojava şoreşa jinan a ku xwe dispêre 19ê Tîrmehê pêk hat. Şoreşa Rojava ne şoreşeke klasîk e, şoreşeke nûjen e ku di dîroka Sûriyeyê, bi giştî di Rojhilata Navîn û cîhanê de pêk hatiye. Şoreşeke ku dewletbûn ne armanca wê ye. Li dijî rijandina xwînê, her cureyên êrîşan ên li ser jin, xweza û  erdîngariyan û parçekirina welêt xwedî projeyeke demokratîk e. Demokratîkbûna ku di ferhenga pergala Sûriyeyê de nebû û ger heba jî tenê tîpên li pey hev rêzkirî bûn. Li Rojava gel bi her neteweyan bi awayekî aştiyane û demokrat bi hev re jiyan, bêyî ku cih ji çavsortî, nijadperestî û netewperestiyê re veqetînin. Jinên ku bi ramanên Rêber Apo xwe zana kirin, pêşengtiya şoreşê û modeleke balkêş a ku gelên cîhanê tîne cem hev dikin.

Sûcên şer

Rojava heta ku bû Rojava, heta ku di projeya demokratîkkirina Sûriyeyê de bû xwedî risteke girîng di goristanên xwe de bi deh hezaran şervan binax kir. Her şervanek xwedî li wê dozê derket û heta dawiyê şer kir, hêja ne ku îro cîhan xwe bike qurban ji wan re. Li vir mijara me êrîş bûn lê di nav êrîşan de jî çeteyên Dewleta Tirk a dagirker gelek şervanên jin dîl girtin û heqaret li wan kirin û bi kîneke ku diyar e bi salan e di hundirê xwe de rakirine bêrûmetî li şervanan kirin. Di dîmenekî ku çeteyan li ser hesabên çapemeniya xwe parve kiriye ji du dîlgirtiyên jin yên li hêla Minbicê hatine girtin, dipirsin; ‘Hûn kurd in an, ereb in?’ û bi gotinên ku heqaretê li wan dikin dîmenên wan jî digirin û bêrêziyê li wan dikin. Di vir de dîlgirtina şervanan û heqareta li wan dibe sûcekî şer e û dikeve rêza binpêkirina hevpeymanên navdewletî yên parastina dîlgirtiyên ku divê her hêzek rêzê ji dîlgirtiyan re bigire û zirarê nede wan.

Sûcê din jî yê ku di 2018an de li Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê dest pê kirî û ber bi Til Rifet û Şehba û Minbicê ve jî hatiye, ku heta niha bêdengiyeke navdewletî ji bo wê heye û sûcdarên wê di cih û demên pêwîst de nadarizînin, ew e ku bi cenazeyê şervanên jin temsîl dikin û dîmenên wê dikişînin û parve dikin û girtina dîmenê dîlgirtiyan jî dikeve heman rêzê. Li vir sûcên şer ên ku aqilê mirovan ranake diqewimin û nakevin rojeva çapemeniya cîhanê jî. Lewra bêdengî û veşartina van sûcan qeyranekê bi xwe re tîne. Li vir qadên tendrustiyê bûne cihê îşkenceyê û qirkirina birîndarên şer. Ên ku vê yekê jî pêk tînin li Minbicê ne û leşkerên Dewleta Tirk a dagirker in.

Ji ber ku jinên kurd in

Şerekî ku jinan hedef digire, çawa behsa azadî û aştiyê dike? Gelo azadî û aştiya hêzên êrişkar jê behs dikin bi çi awayî ye û dê ewlehiyeke çawa ji bo jinan dabîn bikin? Di kêliya êrîşan de destdirêjî li jinên kurd kirin, şervan dîl girtin û jinên din ên ji ber ku nasnameya wan kurdî ye serjê kirin û şahidan bi çavên xwe dîtin û ew kêliyên herî hov jiyan. Nasnamebûyîna neteweyî ya jinan bûye cihê pêkanîna sûcan.

Li dijî jinên kurd bi taybet êrîşên pir dijwar hene ku naxwazin ev jin di Sûriyeya nûjen de rê bidin gel û di makezagona nû ya ku dê bê nivîsandin naxwazin jinên ji hemû neteweyan jî bibin xwedî maf û cih. Ji bo ku jinên kurd di artêşê de bêhêz bikin jinên şervan dîl digirin û di çapemeniya xwe de heqaretê li wan dikin û bi cenazeyan temsîla wan dikin, da ku wan ji aliyê siyaset û polîtîkayê ve winda bikin û di Sûriyeya nû de pêşengtiya guhertinê nekin. Wan jinên têkoşer bi awayên herî hov qetil dikin. Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û Zeyneb Saroxan û hwd. Mînakên vê yekê ne.

Serketina êrîşên xwe di kuştina jinên kurd, serjêkirin û destdirêjiya li ser wan de dibînin. Sûcên şer yên ku li dijî gelê kurd çêdibin, rastê çavgirtineke navdewletî tê û ev dihêle ku çeteyên êrîşkar û hêzên ji wan re palpiştiyê dikin komkujiyên pir mezin pêk bînin û bêyî ku tirsa wan ji darizandin an jî hesabpirsînê hebe. Ewlehî û azadiya jinan di xeteriya koletiyê de ye. Parastina mafên mirovan û mafên jinan deriyên Rojava nas nake gelo? Li vir mafê birîndaran û dîlgirtiyan tên binpêkirin.

Pêvajoya xeternak

Di ketina 13 saliya Şoreşa Rojava de, xeteriyên windakirina desketiyên ewqas salan zêde dibin û hinek destketî ji dest tên dayin. Ji ber ku heta îro hêzên demokratîk, azadîxwaz, aştîxwaz, ekolojîst, enternasyonalîst û anarşistan nikarîbûn dengê xwe ji bo Rojava bikin û zextê li hikûmetên welatê xwe bikin, da ku êrîşên li ser vir çêdibin bên rawestandin û sûcên şer bê hesabdayin neyên hêlan niha Rojava di xeteriyên pir mezin de ye; êrîş li pey êrîşan didomin û bi awayekî pir hov sûcên şer ji hêla Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên pêkanîn.

Li dijî nasnameya kurd a li ser vê axê bi salan e şerekî piralî heye. Divê ji bo Rojava îro her kes bikeve tevgerê, her kes berê xwe careke din bide qada şoreşê, demildest divê ku her kes li qada Ewropa û Kurdistanê seferber bibe, parastina destketiyan girêdayî hebûna gelê kurd a li her derverên cîhanê ye.

Li dora Rojava bibin xelek

Di wextekî ku Sûriye ber bi sazkirineke nû û nexşerêyeke nû ve diçe de, êrîşên qirkirinê pêk tên. Di warê tendrustî, hiqûqî û zagonî de, di warê têkoşîn û berxwedanê de û bi her awayî divê ku piştgiriya şervanên ku rûmeta cîhanê parastine û diparêzin bê kirin. Guhertinên bilez li qada Sûriyeyê çêdibin. Di wextekî ku ne diyar û ne jî zelal e ku rojên pêş dê çi surprîz hebin de, hebûna gel û jinan di metirsiyê de ye. Ji lewra herçiqas eniya jinan a hundir û derve bibe yek dê ewqas bikaribin rojevên ku bandorê li rewşê bikin biguherînin. Têkoşîna li Rojava tê meşandin dîrokî ye, divê her kes xwe lê bigire û li dor Rojavayê xelekeke ji parastinê çêbike. Xewna Rêvana Kurd û Îvanaya Efrîqî û Hêlîna Brîtanî pêk bînin.

Ger Rojava neyê parastin, dê terora li Sûriyeyê û li başûrê Kurdistanê belav dibe bigihije hev û kurdên li bakurê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê jî zirar bibînin û destketî dê têk biçin. Niha dema yekîtiya kurdan û kurdan e. Rojava biçe dê Kurdistan tev bikeve xeteriya qirkirinê. Lewra ji her demê zêdetir divê partiyên siyasî berjewendiyên kesayetî bidin aliyekî û berjewendiyên neteweyî bifikirin û bên ser maseyê.