12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber êrîşên Tirkiyeyê li 16 dibistan Rojava perwerde hat rawestandin

Li rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî dibistanan li 16 dibistanên ku bûne hedefa êrîşên Tirkiyeyê perwerde hat rawestandin.

Dewleta tirk êrîşên xwe yên ku şeva 19’ê mijdarê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da da destpêkirin didomîne. Dewleta tirk di êrîşên xwe de wiha binesaziya herêmê dike hedef û heta niha gelek nexweşxane, saziyên sivîl û dibistanan hilweşandiye.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)derbas kiriye; Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Herêma Firatê ji ber êrişên dijwar ên dewleta tirk, ji 461 dibistanên Kantona Kobanê li 16’an jê yên li nêzî eniyên şer navber daye perwerdeyê. Hat ragihandin ku dibistana li gundê Koranê ya li rojhilatê Kobanê bi tevahî hatiye hilweşandin.

Lijneya Perwerdeyê, da zanîn ku di encama êrişên dewleta tirk de dibistanên gundên Bexdik, Xan, Qeremox, Cêşan, Werbîsan, Elîşar, Zormixar, Çariqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, Ziyaret, Boban, Beyade û Çilxiloyê hatine hilweşandin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê Bekir Cerade, da zanîn ku alternatîfek di destê desteya wan de nîne ku pêvajoya perwerdeyê bidomînin û diyar kir ku zelal nîne bê ka dê dibistan kengî bên vekirin.