Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber deriyê girtîgehan didome. Li Stenbolê malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî pêk anîn. Endamên MATUHAY-DER, TJA, DBP, DEM Partî û OHD û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan hemû rêyên diçin girtîgehê dorpêç kirin û meşa malbatên girtiyan jî asteng kirin. Endama malbata girtiyan Fînce Akman a bertek nîşanî dorpêça polîsan da wiha got: “Em 50 roj in ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Ne telefon heye ne name ne jî hevdîtin. Hûn çima wisa dikin? Em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Ji ber wê yekê em her hefte li vir in.”
Akman helwesta polîsan şermezar kir û wiha axivî: “Hûn qet şerm nakin? Hûn dibêjin Tirkiye welatekî ‘misilman’ e. Lê tu ferqa we ji Îsraîlê nîne. Em li vir weke Filistînê lê hatine. Em heta dawiyê li ser şopa doza xwe ya mafdar û rewa ne.”
Di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.