Di bernameya Navdarên Kurd(1) de mamosta Bakurî (ku bi eslê xwe Asûriyê ji bajarê Koyê ye û xizmeteke mezin ji wêje û strana kurdî re kiriye), dema dengê hunermend Nesrîn Şêrwan guhdar dike, nikare hêsirên çavên xwe bigire. Ji dil, ji bo wan sal û bîranînên tije xweşî, bi Hesen Cizîrî, Mihemed Arifê Cizîrî, Meryem Xan û Nesrîn Şêrwan re hêsiran dibarîne ku di hejarî, nedarî û bêîmkaniyên herî zêde de him xwedîtî li hunereke kurdî ya resen dikirin û him jî tevîhev bi hurmet û qedirnasiyeke bêdawî dost û heval bûn. Ew li pey nav û nasandina xwe nebûn lê ji ber mûtewazîbûnê qîmeta xwe jî li ba herkesî didîtin. Dîwana wan bi hunera wan re mîr û axa jî neçar dikirin ku rêzê li wan bigirin.
Mamosta Bakur di temenê 80 salî de mafdar e ku bi dengê Nesrîn Şêrwan re rondikên çavan bibarîne. Nesrîn Şêrwan jineke rûxweş, dev bi kenbû. Nêrînên wê tije gotin û daxwazên bêdawî, hesretên salên bihûrî bûn. Rûyê ku êşên bêderman jê dibarin, lê dema ji hevkarên xwe re mêvandariyê dike deng û kena wê a sirûştî bala herkesî ber bi wê ve dibe. Qedirnas û dilovan, hûrmetkar û rûrast, xweş suhbet û evîndara rêzgirtinê bû, xwe ji kesî bilindtir nedidî û karekî wiha ji wan kesan re hiştibû ku qîmeta hunera resen dizanîn.
Nesrîn yek ji wan jinên hunermend bû ku weke momikekê li ser geşkirina rêya hunera kurdî heliya û bêrawestan dengê xwe tevlî xweşî û nexweşiyên jiyana gel û civakê kir. Serbihûriya wê ji karê şivantiyê heya stranbêjiyê bi çend pêvajoyan re derbas bû.
Yek ji wan jinên ku ji bo xizmeta hunera kurdî hevçax bi Meryem Xan û Dayîkî Cemal re di rêza yekê de li hemberî çewtiyên sîstema feodalîzmê sekinî û li ber xwe da, Nesrîn Şêrwan e. Navê wê yê rastîn Nusret e an jî li gor hinek jêderan Xoxê Omer Osman e û di sala 1928’an li Şirnexê hatiye dinê. Ew ji malbatekê ye ku berê rewşa jiyana wan pir baş bûye, lê piştî destpêkirina serhildanên li bakurê Kurdistanê û guherînên siyasî, civakî û aborî li herêmê rewşa jiyana malbata wan jî telîhev bibû. Ji bona wê jî bavê wê Omer Osman neçar ma ku li sala 1932’an weke hezaran malbatên din berê xwe bide başûrê Kurdistanê. Cara pêşîn li gundê Darhozanê û piştre jî di sala 1933’an de Omerê bavê Nesrînê hemû zarokên xwe şandin bajarê Zaxoyê. Li wir Nesrîn bi bira û xwîşkên xwe re di nava malên dewlemendan de dixebitîn.
Li pey ewqas zehmetiyên jiyanê ew her dem qedirê himpîşeyên xwe dizanin, bi hev re semîmî û ji bo armancên baş li kêleka hevin. Di wêneyên ku li pey wan mane de, em van rastiyan bi zelalî dibînin. Ew wiha bûne sembolên nemir û nifşên îro jî ji deng û hunera wan hez dikin.
Sembol û navdarên îro!
Lê ka em werin ser stranbêj û sembolên xwe yên îro ku di serdema teknolojiya modern û peywendiyên berfireh de çiqas bi pirensîbên civakî ve girêdayî ne an jî ji hev hez dikin!
Carê ji hev hezkirina wan piranî rûmetî ye û ji dil nîne. Yên ku klîbên wan di Youtube de çend hezar kesan kilîk kirine, êdî navê ‘hunermend’ li ser xwe danîne û ji erd-esmanan jî qehirîne. Belkî mirov bikarîbe hinekan weke sembol bibîne ku di bilindkirina dengê doza kurd a azadîxwaziyê de xwedî ked in, lê ya girîng hêza wan a ji hev û ji bo armancên pîroz hevgirtî nîne. Li gel hev nameşin, ji ber wê jî zû dikevin û têne ji bîrkirin, di çavê civakê de jî giranî ji wan re namîne. Hinek ji wan koletiyê dikin û “hunera sifarişî an jî pêşniyarkirî” ji bo du dolaran dikine karê xwe yên salên dirêj ên jiyanê. Êdî “hunera rojê” li ba wan bi çepik û her bijî gotinekê hunermendî tê hesibandin. Carna ku têne ba hev û behsa berjewendiyên neteweyî ên gelê kurd dikin, dîsa jî ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî zû ji hev dûr dikevin. Ji ber belavkirna wêneyekê wan yê komî nivîskar û rojnamevanên xwe mehkeme dikin û bi pirsyarên: “Ka te çima ez û filankes anîne sewiyekê? Ez li ku derê û ew li ku? Ew kîye û çi kiriye? Hûn çima dixwazin bi daxwaza partiyên siyasî min kêm bikin? Ma ez deng û rengê huner û şoreşa Kurdistanê nînim?” û çirdirêjiyên din wisa zû heta li ser kurtenivîseke du dêrî qezawetê dikin ku mirov li ser asta wan ya rewşenbîrî-hunerî dikeve nava gumanan. Mixabin hinek kes hêşta jî nizanin ka di civakê de cihê wan li kûderê ye. Tevî ku sedan belge sembolbûna wan a dîrokî diselmînin lê dîsa jî bi hereketeke erzan û bêrêzane sadebûna xwe didin diyarkirin. Mezinbûna xwe heta di çavê hevalên herî nêzî xwe de jî biçûk dikin. Hêşta jî nizanin ku destpêka pêvajo an jî proseseke civakî-siyasî a nava sinorên welatê xwe bûne. Bendewarî ji wan bi qasî yên hemû partiyên siyasî li Kurdistanê hene, lê di çavê wan partiyan de jî xwe sivik dikin. Belkî qet muhtacî beyankirina hinek gotinên vala û bêwate nebin lê bêdûrbînî hemû hisaba û kitaba tevlîhev dikin û di çavê xelkê de sivkatiyê dikine para xwe. Ez di karê kesên wiha de xeteke jiyanê ya ku “xwedî stratejî” be nabînim. Ew pir rihet dikarin her carê bi awayekî kirasê li ber xwe bigûherînin û bibine lîstika destê siyasetmedar û heta dewletên dagirkerên Kurdistanê jî. Sedemeke bindestiya me jî ji vê rewşa exlaqê koletiya stranbêj û rewşenbîrên me tê. Razîbûna ji jiyana xwe ya rojane heta li hemberî zilma dijminên qederê dihêle ku hemû çînên civakê li hemberî azadîxwazan jî bibine asteng. Di çepera ol û şêxên xûlamok de jî hemû azadîxwaz û huneremendên şoreşger weke kesên hatine xapandin, tên dîtin.
Ez ji sedî sed maf didime mamosta Bakurî ku him ji kurdekî bêtir xizmeta wêjeya kurdî bike û him jî bi minetdariyek bêdawî behsa ked û xizmeta himpîşeyên xwe bike. Ew bi bîra me tîne ku dema Hesen Cizîrî, Tahir Tofîq, Nesrîn Şêrwan, Elî Merdan, Resûl Gerdî, Mihemed Arif Cizîrî, Gulbihar, Tehsîn Teha, Şimal Sayîb û Mihemed Ceza li cem hev bûn, tevîhev dilpak û semîmî bûn. Derfetên herî kêm bi awayê herî baş bikar dianîn ku pêmngaveke mezintir hilînin. Stranbêjên ciwan û nûpêgehiştî: Erdewan û Eyaz Zaxoyî an jî Hesen Şerîf ji xwe biçûktir nedidîtin. Dengê wan guhdar û memnon bûn ku ewê rêbaza wan berdewam bikin, lê yên îro wiha nînin. Kes xwe ji kesekî din biçûktir nabîne û dema diaxivin jî ew rûrastî heta di tona dengê wan de jî nayê his kirin.
Li hemberî spasbêjî û qedirnasiyê herkes razîbûna xwe dide diyarkirin. Dema kesek li hemberî sembolên xwe heta peyvên:” ez xûlam, ezbenî, mamosta û hwd” bikar tîne, hingî êdî kesên ku weke sembol têne dîtin divê vê yekê weke biçûkbûna muxatebê xwe nebînin. Belkî berevajî wê pêwîste ew jî bi hemû hestên xwe yên insanî jêre bibine bersiv. Van rojan ez rastî hinek kesên wiha hatim û birastî dema min hest bi helwesteke wiha dûr ji çanda Kurdî ya hurmetkariyê kir ji min re “nexweştirîn rojên jiyanê” bûn. Hemû hestên min hê jî birîndar in. Mixabin ku em pirî caran zû li ser gotin, nivîs û nêrînên hevalên herî nêzî xwe biyar û qirara didin. Carna zû qezawetkirin dibe sedema ji hev dûrketineke heta-hetayî a çend kesan, lê hêvîdar im ku ev nivîs bi hemû gotinên xwe yên tehl û xweş-nexweş derseke mezin bide wan kesan ku carna bi peyama kesekî fesad û bêexlaq hemû sinorên dostanî û hevaltiya salên dûr û dirêj jî derbas dikin.
https://www.youtube.com/watch?v=sd1VbNKLCzg