12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji AYM’ê biryar: Mafê Dayikên Şemiyê hat binpêkirin

AYM’ê serlêdana ji bo êrişa li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn biryar da û diyar kir ku 24 sal in çalakiyan zirar nedaye pergala cemaweriye û biryara binpêkirinê da.

Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an ve ji bo aqûbeta windayan û cezakirina kujeran li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya heftane li dar dixin. Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de roja 25’ê tebaxa 2018’an xwestin çalakiyek girseyî li dar bixin. Dayikên Şemiyê bi qedexeya Wezareta Karên Navxweyî re rû bi rû ma. Polîsan êrişî dayikan kir û li wan da û gelek Mirovên Şemiyê kirin bin çavan. 47 Mirovên Şemiyê tevî ku tundî li wan hat kirin jî bi hinceta “Muxalefeta Qanûna Meş û Xwepêşandanan a Jimara 2911’an” hatin tawanbarkirin û doz li wan hat vekirin.

Serdozgeriyê red kir

Masîde Ocak Kişlakçi ku bi tundiya polîsan re rû bi rû mabû û hatibû binçavkirin, li dijî muameleya lê hatiye kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû û giliyê polîsan kiribû. Serdozgeriyê biryara redkirina gilîkirinê da û bi pey vê re di hezîrana 2019’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.

Wezaretê înkar kir

AYM’ê serlêdana Ocak nirxand û ji Wezareta Karên Navxweyî parastinê xwest. Wezaretê bi sedema ku serlêdan bihûriye nayê qebûlkirin ku jê parastin bê xwestin. Wezaretê îdia kir ku tundî û mauemeleya xirab a li Mirovên Şemiyê nehatiye kirin. AYM’ê bi hêceta ku 15 roj şûn ve rapor piştî bûyerê hatiye girtin, serlêdan di warê muameleya xirab de red kir.

 Çalakî aştiyane ye

AYM’ê di biryara xwe ya nirxandî de diyar kir ku 24 sal in her hefte ev çalakî ji bo aqûbeta windayan tê li darxistin û ev çalakî tu zirarê nade cemaweriyê û çalakiyeke bi awayê aştiyane tê lidarxistin. AYM’ê têkildarî êriş û tundiya li çalakiyê hatiye kirin jî weke binpêkirina mafên mirovan hatiye dîtin û êrişa polîsan li dijî hiqûqê hatiye kirin. AYM’ê da zanîn ku mafê civîn û xwepêşandanê hatiye binpêkirin.