Salname roja 21’ê tabaxa 2024‘an xuya dikir. Dema ji rêwîtiyek vedigeriyam malê, min ew nûçe ya bêyom bihîst. Ew nûçe ya reş û tarî ku mîna qencerekê li mejî û dilê min ket min bihîst.
Min bihîst ku stêrkek ji ezmanên welatê min rijyaye û êdî ew ê şev hîn zêde tarî be.
Min bihîst ku te konê xwe hildaye û ketiye nav karwanên nemiran, karwanên lehang û şehîdan.
Min bihîst ku te pênûsa xwe hilgirtiye û nameyek dawî ji bo jiyanê nivîsandiye. Nameyek ku xatirxwestin têde ye. Xewnên azadiyê têde henin. Xeyalên wek berfa çiyayan paqij têde henin. Min bihîst ku hevala min a delal û dev li ken Rosîda Mêrdîn şehîd ketiye û ketiye nav refên qulingan û berê xwe dayê bêmirinbûnê.
Rosîda Mêrdîn li navçeya Mêrdîn ê Qoserê ji dayik bûye. Di nava malbatek welatparêz û welathez de mezin bûye. Qosera rengîn ku herdem li ziman û çanda xwe xwedî derketiye, bandorek li ser Rosîda Mêrdîn jî kiriye û wê jî rê ya lêgerîna heqîqetê ji xwe re kiriye bingeh. Ev xwedî derketina li nirx, ziman û çanda xwe ya herdem mezin kiriye.
Dema zanîngeh jî xwendiye ev lêgerîn û ev hişmendî qet winda nekiriye, berovajî wê hîn zêdetir û xurtir kiriye. Dema dît ku dikare di karên rojnamegeriyê de xizmetek baştir bike, bi lez diçe tevlî nav karên rojnameya Azadiya Welat dibe û di gelek war û şaxan de karên cûda dike û kedek bêhempa dide. Her ku dinivîsand, pênûsa wê di çavên dijmin de radibû. Lê ew ji sekna xwe, ji kar û xebatên xwe yek gav jî tawîz nade.
Dema tê girtin û dikeve girtîgehê jî, dijmin nikarin pênûsa wê rawestîne. Dema ji girtîgehê derdikeve bi bawerî û bîrdoziyek hîn mezintir tevlî karên çapemeniyê dibe û dibe berpirsyara giştî ya rojnameya Azadiya Welat. Xebat dimeşand, kar dikir û her dinivîsand. Her ku dinivîsand pênûsa wê bi hêz dibû û her ku pênûsa wê bi hêz dibû, dijmin jê ditirsiya û ew dixist hedefa êrîşên xwe. Ji ber ku li xwe xwedî derketiye, ji ber ku li kurdîtiya xwe xwedî derketiye, ji ber ku li ziman, çand û hunera xwe xwedî derktiye, ji ber ku karên rojnamegeriyê kiriye, dewleta dagirker a tirk bi temenê wê yê 24 salî – zêdeyî 137 salan cezayê girtîgehê li te dibirin.
Dema dibîne ku dijminê xedar dev ji êrîşan bernade, pişta xwe dide felekê û berê xwe dide oxirê. Berê xwe dide çiyayên azadiyê, çiyayên ku ev hezaran sal in ji hemû kurdan dayiktî kiriye. Li çiyan jî pênûsa xwe ji dest bernedaye û bûye şopdara heqîqetê. Di destekî de pênûs, di destekî de jî kamera ya wê herdem li dû azadiyê meşiya ye. Nivîs nivîsandiye, di amadekariya pirtûkan de cîh girtiye, dîmen kişandiye, hevpeyvîn kirine, wêne yê çalakiyan kişandiye, wêneyên hevrê yên xwe kişandiye. Wext rawestiye lê ew ranewestyaye. Av rawestiyaye lê ew bênavber meşiyaye û ranewestiyaye.
Dibe ku tu diçe, lê tu qet namire. Dibe ku te niha ji gerdûnê koç kiribe, lê dizanim ku te niha li nava stêrkan cîhê xwe girtiye û li me temaşe dike.
Te bi pênûsa xwe çand û hunera me xemiland. Te bi pênûsa xwe, bi nivîsên xwe zimanê dayika me şêrîntir kir. Te agirê têkoşînê mezintir gurtir kir, govenda azadiya geştir kir.
Gelek mirov hene ku mohra xwe li dîrokê dixin û şopa xwe li cîhanê dihêlin. Tu jî yek ji wan mirovane. Dema min tu naskir, min dît ku tu ji avê zelaltir, ji berfê paqijtir e. Min dît ku tu şilêrek ji solîna azadiyê ye.
Ji bo min serbilindahiyek mezine ku ez dikarim bêjim “Tu hevala min e.” Ez bi naskirina te serbilind im. Tu yê herdem di doza me de, di tekoşîna me de, di mejî û dilê me de her bijî.
Ji bo bîranîna Rosîda Mêrdîn…