12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji aliyê wateya rastîn û mecazî ve Biwêjên Kobaniyê

Necah Ibrahîm

Folklora kurdî di çand û dîroka kurdan de cihekî taybet digire. Lê ji ber ku bi awayekî rêxistinî û rêk û pêk lêkolîn nehatiye kirin û nehatine tomarkirin, ew dewlemendiya wê nayê dîtin. Eger akademiya folklora kurdî bê avakirin û lêkolîn bê kirin, dê dewlemendiya biwêjên kurdî mohra xwe li cîhanê bide.  

Armanca lêkolînê: Ji ber ku folklora kurdî gelekî dewlemend e û her çiqasî ku xebat li ser hatibûn kirin jî dîsa her tim pêdiviya folklora kurdî bi lêkolîn û xebatan heye, lewra jî xebatên ku werin kirin divê di xizmeta folklorê de bin

Sînorê lêkolînê: Sînorê vê xebatê gundê Êdiqê yê ku girêdayî bajarê Kobaniyê ye.

Wêjeya devkî: Wêjeya devkî beriya nivîsê derketiye. Hemû qewimînên ku di nava civakê de rûdane, bûne çavkaniyên wêjeya devkî û ji aliyê dengbêjan ve ji nifşekê derbasî nifşekî din bûne. Di wêjeya devkî de ji ber ku nivîs tune ye, guhdarkirin û dubarekirin hêmanên girîng in. Her wiha ji ber bindestiya gelê kurd û derengmayîna nivîsê di nava wan de, gelê kurd neçar maye êş, şadî û hemû serpêhatiyên xwe bi riya devkî derbasî nifşên li dû xwe bike. Ji ber ku hemû serpêhatiyên xwe bi riya zar digotin, lewra ji wêjeya devkî ya kurdî re zargotin jî tê gotin.

Zargotin jî peyveke hevdudanî ye. Ji peyva zar (ziman) û gotinê pêk hatiye; ango tiştên ku bi zar, bi ziman were vegotin zargotin e. Şîn, şahî, kêfxweşî û xemgîniyên ku hatine jiyîn û qewimîne hemû bi zar bûne. Bêjeya zargotinê bi kurdî tê wateya zanista gelêrî, zanîna gelî; ango gelnasiyê. Di zaravayên Kurdî de ji bo zanista folklorê, bi kurmancî peyva zargotinê, bi soranî, xelknasî û bi kirmanckî zanistiya şarî tê gotin. Zargotin qewimîn û cerebeyên ku bi sedsalan di serê civakê re derbas bûne û bi awayekê bandor li ser civakê kirine û bi rengekî ketine ser zar û zimanan re tê gotin. Her wiha zargotinek gelek beşan di nava xwe de dihewîne, kilam, gotinên pêşiyan, çîrok, destan, biwêj û hwd. (Güney & Erol, 2019, r. 124)

Pênaseya biwêjan: Biwêj, komek peyvin ku ji aliyê gel ve hatine afirandin. Her wiha dibe ku hejmareke zêde ya biwêjan xwedî çîrokekê bin û rasterast bi jiyana çandî û folklorî ve girêdayî bin. Lê belê ji aliyê avaniyê ve hêmanên ku tê de bi rola xwe radibin ve, biwêj her tim berê me didin zimanîbûna xwe. Ev gotinên hêja ku bi tecrubeya hezaran salan hatine der; nifş bi nifş di hatine ceribandin, pişt re bûne berhemên civakî, tov û rengê gelan, giyan û keda civakê. Di her ziman û çandê de biwêj parçeyên girîng ên çanda gelê xwe ne. Çi devkî û çi jî nivîskî bin, axaftin û vegotinê xurtir û dewlemendtir dikin.

Ji bo biwêjan gelek caran pênaseyên cuda hatine kirin. Bo nimûne hin lêkolîner li ser vê yekê wiha dibêjin:“Biwêj di jiyana miletekî de encama tecrubeyan in ku bi bihûrandina sedan salan çêbûne û hatine der. Dîsa biwêj bi nîşana raman, bawerî û helwesta hevpar a neteweyî rêberiya gelê xwe dikin” (Aksoy, 1988, r. 132).

Lî gorî Askan di zimên de wekî gotinên pêşiyan rengekî girîng jî heye ku ew jî biwêj e. Biwêj di heman demê de nîşanderê hebûn û yekûna peyvên zimanekî û raberkerê gelek bûyerên wateyî yên ku vegotinê xurt dikin. Biwêj ew qalibê peyvan in ku ji bo vegotina têgeh, hest an jî rewşekê hatine gotin. Di biwêjan de gelek nîşaneyên civatê hene, lewma mirov di wan de ji rabirdûya wê civatê bigire heya şêwaza jiyana wê, edet û kevneşopiyên wê û her tiştî dikare bibîne. Her wiha biwêj, hêman û dînamîkên herî girîng û bibandor ên zimanekî ne. Ji bo diyarkirin û têgihîştandina têgihan, bi mantiq û qalibên arizî yên wî zimanî hatine vedîtin û afirandin (Aksan, 2004, r. 171-189).

Danasînek li ser bajarê Kobaniyê:

Piştî ketina dewleta Osmanî û di dawiya şerê cîhanê yê yekem de, ji aliyê Firensiyan ve li ser çemekî di navbera gundê kaniya Ereban û gundê kaniya Murşid de, bajarê kobaniyê hatiye avakirin. Navê bajarê Kobaniyê ji navê Firensiyan ku di destpêkê de li vê şûnê kiribû “Companie” hatiye. Li gorî Osmaniyan navê wî cihî “Arabpînar” û navê Erebî “Eyn El Ereb” ji Arabpînar hatiye, wergera wî jî bi kurdî kaniya Ereban e. Kaniya Ereban ew çemê ku îro li şûna wî rojhilatê bajarê Kobaniyê ava bûye. Ji ber ku di demsala havînê de, koçerên Ereb pezê xwe lê av didan, lewra nave Kaniya Ereban lê hatiye kirin. Ev bajar weke nav nû ye. Beriya ku sînorê Serxet û Binxetê çêbibe ji vî bajarî re digotin “Deyşta Sirûcê”. Li ser Deyşta Sirûcê gotineke pir bi wate heye. Dibêjin: “Deyşta Sirûcê, embara mêran e”. Bingeha vê gotinê jî vedigere qehremanî û wêrekiya egîdên Deşta Sirûcê. Li gorî ku pêşiyên me dibêjin ku li vî bajarî egîd hebûn, ew egîd ji ber qehremaniya xwe di nava gel de xwedî nirxekî mezin bû û navê wan gihîştiye roja îro. Firehbûna ‘erdê Kobaniyê 3000,23 km² ye. Li gorî nexşeya kurdistanê, Kobanî û deşta Sirûcê yekser bi Rihayê ve girêdayî ne.  Kobanî derdora 80 ‘î km dûrî bajarê Rihayê ye. Li rojavayê bajarê Kobaniyê bi qasî 30 ‘î km çemê Firatê ji aliyê Tirkiyayê derbasî aliyê Sûriyayê dibe (Soreklî, 2011, r. 22).

Şirovekirina hin biwêjan li gorî wateya wan a rastîn û mecazî:

*Benekî ji qirkê me venakê:

Ev biwêj bi wateya xwe ya rastîn ku kesek bidarve bûye û kesek werîs ji stûyê wî venake. Her wiha bi wateya xwe ya mecazî jî ku tu alîkarî ji aliyê wî kesî ve pê re nayê kirin.

*Destî me yî di êr dê ye:

Ev biwêj bi wateya xwe ya rastîn ku destî keskî di agir de dişewite û li rex bi wateya xwe ya mecazî jî ku kesek barê tengasiyê dikşîne.

*Em bûne teht û ew bûne kulindir:

Di vê biwêjê de mirov xwe bi şînkayiya bi navê kulindir mînandiye û dijminê li rex xwe jî bi latan mînandiye. Wateya xwe ya rasterast jî ku çiqas astengî hebin jî mirov her tim li berxwe dide.

*Xwun ji bin guhi berda ne:

Ev biwêj jî bi wateya xwe ya rastîn ku guh birîn bûye lê bi wateya mecazî jî dema ku kesek xemsar be jê re tê gotin.

*Çava ji xwe dirivînê:

Ev biwêj bi wateya xwe ya rastîn ku kesek naxwaze mirovek lê binêre û bi wateya xwe ya rastîn jî naxwaze ku kesek wî mirovî nezerî bike.

*Bê rîşê derê xerab da werê:

Ev biwêj bi wateya xwe ya rastîn ku nexweşiyek di lebatek ji canê mirov yê nebaş de hatiye û bi wateya xwe ya mecazî jî dema ku mirovek di cihekî de be û ew cih jî ne li gorî kesayeta wî be, wê demê ev biwêj jê re tê gotin

*Ker tiran dikê, xwedî berva ‘ar dikê:

Dîsa di vê biwêjê de mirov mînandeyî lawiran bûye. Ew jî bi wateya dema ku mirov an go kesekî nêzî mirov nebaşiyekê dike mirov ji ber ve şerm dike.

*Çûçkê qafî min leqand:

Di vê biwêjê de mêjiyê mirov mînandeyî çûkan bûye û bi wateya xwe ya rasterast jî ku kesekî mêjiyê mirov tevlîhev kiriye.

*Arî bi serî mi ketî bimê ti li wî û kêfan binê:

Di vê biwêjê de wateya rastîn agir bi serê mirov ketiye, lê di wateya mecazî de ku belayek bi serê mirov de hatiye.

*Çi kevrî rake di bin dê ye:

Dîsa di vê biwêj de wateya rastîn ku mirov di bin her kevirî de ye, lê di wateya mecazî de ku ew kes xwediyê gelek behre û zanînan e.

*Kêfen sera çîre çîre:

Di vê biwêjê de wateya rastîn kesek miriye û kefenê xwe diqetê ye, lê di wateya mecazî de kesek di rewşeke hesûdî û qehrê de ye.

*Lingo quto dawet e:

Ev biwêj li ser vê yekê ye, çendî mirovek di rewşên xerab û nebaş re derbas bibe jî û bi ew rewşa xwe neqehere, wê demê ev biwêj tê gotin. Her wiha di wateya rastîn de dema ku lingê kesekî qut bibe û dîsa jî her tim li gel wî şahî û dawet be.

*Mêrî pîs tim lawike:

Di vê biwêjê de jî mêrên nebaş û xerab bi mêjiyê biçûk û wek zarokan manande bûne.

* barî mi li wê kerê tinê:

Di vê biwêjê de wateya rasterast tu bar û tişt li ser pişta kerê tune ne, lê bi wateya xwe ya mecazî jî tu têkilî, xizmayetî û karê me bi wî kesî re tune ye.

Encam: Di dawiyê de em gihîştin hin encaman ku di biwêjan de taybetmendiyên devoka bajarekî tên dîtin û li rex wê biwêj gotinê xurtir û bedewtir dikin her wiha tiştê ku rasterast mirov nikare bibêje bi riya biwêjan dibêje.

Çavkanî: Güney, C., & Erol, K. (2019). Di Zargotina Kurdan de erka saziya dengbêjiyê. I. Baz &  R. ÖZ & Ç. Ertaş & I. Tunç (Ed.), Dengbêjlik kültürü ve dengbêjler sempozyum bildirileri. (121- 139). Şirnak: Mardin Sesi Gazetecilik.

Bekirê Soreklî, Ş. (2011, 1ê Sibatê). Kobanî. Dilname, h. 33. 22, 23.

Aksan, D. (2004). Türkçenin Sözvarlığı Türk Dilinin Sözcükbilimiyle İlgili Gözlemler, Saptamalar. (Çapa 3). Ankara: Engin.

Aksoy, Ö. A. (1988). Atasözleri, Deyimler. Belleten. Ankara: TDK. 131-166.

Çavkaniyên devkî: ÇD: Emîne Elo, nexwende. (Temen 54. 1.8.2024. gundê Êdiqê, Kobanî).