Ajansa Anadolûyê, di saetên serê sibehê de der barê Endamê HSD’ê Eyup Yakût (Amed Dorşîn) salek berê jiyana xwe ji dest da nûçeyeke ji rastiyê dûr weşand. Anadolû nûçeya xwe spart MÎT’ê û bêyî ku dîrok û cihê operasyonê bide angaşt kir ku MÎT’ê li Şedadê li dijî Yakût operasyonek li dar xistiye û ew şehîd kiriye.
Piştî çend saetan Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, li ser hesabê xwe yê twîterê der barê vê nûçeya ji rastiyê dûr de daxuyaniyek da û Ajansa Anadolûyê ya dewletê û MÎT’a tirk derewand.
Di 2021’an de jiyana xwe ji dest daye
Şamî, di daxuyaniya xwe de ev agahî dan: “Ji derewa MÎT’ê re ‘operasyona noxte’. Hema bêje weke her sibe îro jî MÎT’ê dereweke din bi awayekî xemilandî ji medyaya şerê taybet re serwîs kir. MÎT’ê herî dawî derewa ku wan li Şedadê di operasyona noxteyê de şervanê bi navê Amed Dorşîn şehîd xistine pêşkeş kir. Çapemeniya têkildar bi derewên mezin ên weke ‘Nûçeya lezgîn, Geşedana Nû hwd.’ kirin manşetên xwe. YPG’ê di 11’ê mijdara 2021’an de bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervanê xwe Amed Dorşîn aşkere kiribû. Di heman demê dîrokê de merasîma sersaxiyê ya li mala malbatê ya li Silêmaniyê hate lidarxistin, di çapemeniyê de hate ragihandin.”
Şamî dû re li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal nûçeya Rojnewsê ku di 10’ê mijdara 2021’an de hatibû weşandin bi wêneyan ve parke kir.