Êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dewam dikin. Şervanên HSDê ku bersivê didin û li ber dagirkirinê digirin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan ji 8ê çileyê ve li gorî koman nobeta parastina bendavê dewr digirin.
Vê sibehê ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê yên kantona Cizîrê bi dehan kes ji bo biçin bendavê li Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê hatin gel hev.
Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê Zehra Elî dê cihê xwe di çalakiya nobetê de bigire got: “Em diçin Bendava Tişrînê. Em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Parastina bendavê erka her kesî ye.”
Şêniyê bi navê Botan Cizîrî yê ji Hesekê jî anî ziman ku serketina berxwedana Bendava Tişrînê serketina tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Jina bi navê Munewer Yûsif jî destnîşan kir ku bi êrîşan nikarin îradeya gelên herêmê bişkînin û wiha domand “Em ji bo piştgiriya bi YPJ û HSDê re diçin bendavê.”
Girse bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana HSD û YPJê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.