Li paytexta Belçîka Brukselê, bi pêşengiya 40 sendîka, rewşenbîr û şaredariyên Ewropayê, der barê tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn. Nûnerên sendîkeyan û rewşenbîran, di daxuyaniyê de bang li dewleta tirk kirin ku rê bide Ocalan bikaribe bi malbat û parêzeran xwe re hevdîtin bike û tecrîdê bidawî bike.
Her wiha nûnerên sendîka û rewşenbîran bang li saziya CPT’ê kirin ku bi berpirsiyariyên xwe rabe û banga azadiya Ocalan kirin.