22 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan

Li bakurê Kurdistanê 12 baroyan bertek nîşanî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê dan. Baroyan got; “Hewceye sivîl di her şert û mercan de bên parastin.”

Baroyên Amed û Wanê jî di nav de 12 baroyên bakurê Kurdistanê têkildarî êrîşên ser sivîlên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobetê digirin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşa dawî de Şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) jî di nav de 6 sivîl hatine kuştin. Di daxuyaniya bi sernavê “Divê sivîl di her şert û mercan de bên parastin” de hat diyarkirin ku êrîşa li dijî sivîlan, bi awayekî aşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li herêmên din ên Sûriyeyê êdî jiyan asayî bûye lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din pevçûn dest pê kirin. Di êrîşa herî dawî ya li dijî Bendava Tişrînê de hunermendê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) jî di nav de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 sivîl jî birîndar bûn. Xwedê rehma xwe li lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar ku civaka kurd zêde jê hez dike û sivîlên din ên jiyana xwe ji dest dayin bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Ev êrîşa li dijî sivîlan, bi awayekî aşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Divê li gorî Peymana Cinevê û qeydên hiqûqa mirovhez tevbigerin.

Mirinên sivîlan, zemîna çareseriya bi rêbazên aştiyane xera dike û rê li ber travmayên civakî yên cidî vedike. Weke baroyên herêmê yên îmzeyên wa li jêr; ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li aktorên navneteweyî û civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê.”

Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Semsûr, Agirî, Êlih, Amed, Îdir, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.