31 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jean-Pierre Restellini: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Endamê heyeta CPTê yê berê Jean-Pierre Restellini balkişand ser rola civaka navneteweyî ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û got: "PKK weke rêxistineke 'terorîst' hat îlankirin ku min gelekî tewş dît. Niha, çawa ku PKKê bi zelalî dest ji têkoşîna çekdarî berda, divê ev tayîn bi lez û bez bê rakirin."

Dengvedana “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de ragihandibû û biryara PKKê ya ‘dawîanîna çalakiyan’ di raya giştî ya neteweyî û navneteweyî de berdewam dike. Yek ji pisporên berê yê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Dr. Jean-Pîerre Restellînî ku beriya niha di dîrokên cuda de 3 caran li Girtîgeha Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan kir, ji ANFê re axivî.

Jean-Pierre Restellini ku zêdeyî 30 salan di nava CPT de weke pispor xebitî, di heman demê de demekê Serokatiya Komîsyona Neteweyî ya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Swîsreyê kir.
Restellînî biryarên ji Kongreya 12emîn a PKKê nirxand û wiha got: “Ji bo serketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad be. Di warê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de pêşniyareke wêrek û aştiyane pêşkêşî Dewleta Tirk tê kirin.” Restellînî da zanîn ku divê Dewleta Tirk jî gavên şênber biavêje û wiha got: “Hêvîdarim wê ev rewş bi gavên ku encamê ji rayedarên tirk werdigire, bişopîne.” Restellînî diyar kir ku hemû gavên ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatine avêtin erênî ne û wiha got: “Ev tê wê wateyê ku azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e û herwiha divê di asta hiqûqî de hin tedbîr werin girtin, belkî jî di asta Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de be. Ji ber ku rêze pirsgirêkên şênber ên ku ez bi temamî lê serdest nînim, ancax bi vî rengî dikarin bên çareserkirin. Ji dema Abdullah Ocalan bang li PKKê kir ku çekan deyne, ji bo serbestberdana wî di berjewendiya hikûmeta tirk de ye. Ev rewşeke gelekî zelal e. Ocalan bi taybetî rêberê gelê kurd ê li Tirkiyeyê ye. Azadiya wî xizmetê ji çareseriyê re dike. Kurdên ku li Swîsre yan jî Fransayê rastî wan hatime û bi taybet li Strasbourgê kurdên ku rastî wan hatime Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibinin.”
Restellînî da zanîn ku civaka navneteweyî dikare di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de rolê bilîze û wiha dewam kir: “Pirsgirêk ew e ku rojeva cîhanê niha giran û germ e û dibe ku mijarên din jî hene ku ji bo wan gelekî girîngtir in. Fikara min ev e. Helbet ev jî heye; weke ku hûn jî dizanin, PKK weke rêxistineke ‘terorîst’ hat îlankirin ku min gelekî tewş dît. Niha, çawa ku PKKê bi zelalî dest ji têkoşîna çekdarî berda, divê ev tayîn bi lez û bez bê rakirin. Ez dixwazim hemû hestên xwe yên sempatîzaniyê ji Abdullah Ocalan re ragihînim, ji ber ku her cara ku wî dibînim ez wî mirovekî awarte dibînim û dema azad bibe, bi hesret li bendê me ku di şert û mercên azad de destê wî bigirim.”