Rêveberê Eyaleta Hesen ê Partiya Çep a Alman Jakob Migenda ku di nava heyeta navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re di 3yê kanûnê de serî li Wezareta Dadê da bû, nîqaşên li ser pirsgirêka kurd ên bi hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re destpê kirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
Jakop Migenda bal kişand ser pergala tecrîda ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku 25 sal in didome û got: “Hikûmet hewl dide dengê ku ji bo pêvajoya aştiyê girîng e dernekeve. Ez girîng dibînim ku em zextên navneteweyî li ser hikûmeta Tirkiyeyê û hikûmetên xwe bikin da ku ji pêvajoya aştiyê re rêyekê bibînin û dest bi danûstandinên rast bikin. Çavên gel li vê mijarê ye. Hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re û bndora li ser hikûmeta Almanyayê li gorî min girîng e û divê bê kirin.”
Jakop Migenda diyar kir ku ji bilî zexta li ser hikûmetê, girîng e tiştên li Kurdistanê diqewimin nîşanî gel bên dayîn û wiha axivî: “Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re girîng e. Lewre gava em li wir bûn hem parêzer hem jî hevalên min yên DEM Partiyî di warê hevdîtinê de pir ne bihêvî bûn. Pêvajoya tevlîhev a li Sûriyeyê û berxwedana HSDê ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê jî bandor li ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re kir. Mafê gelê kurd ê xwerêveberiyê, wekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê bibe alîkar ku herêmên din ên Rojhilata Navîn jî aram bibin. Dikare bibe alîkar ku gelên din jî civakên xwe yên demokratîk, jiyaneke aramtir û mayîndetir ava bikin.”
Jakop Migenda diyar kir ku agahiya raya giştî ya ji meseleyê zêde bûye û ev yek nîşaneyeke baş be. Jakop Migenda da zanîn ku divê li hemberî van hemû rewşên aloz divê pêvajoyeke muzakereyê ya rast bê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîstiya me hemûyan e ku em zêdetir zextê li kesên din bikin da ku bikevin pêvajoyeke muzakere ya rast. Çendî hêza me wekî ya we ya li Kurdistana Tirkiyeyê tune be jî, lê em dikarin li vir li ser vê meseleyê biaxivin û zorê bidin hikûmetê.”