Piştî Mesrûr Barzanî bi Erdogan û Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî bi du rojan şûn de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zap, Avaşîn û Behdînan êrîşên hevbeş destpêkirin. Vê carê nokerî û hevkariya xwe ya heyî jî derbaskirin û rasterast wekî leşkerê tirk di operasyonê de cih girtin. Wekî leşkerê tirk di operasyonê de li dijî gerîlayên azadiyê ku bûne hêvî û baweriya serkeftinê cih girtin. Ne tenê kurdên dijîn, kurdên ku ji aliyê tirkan ve wekî Şêx Ebdûlselam hatine darvekirin û kuştin jî niha hestiyê wan diêşîne. Îro ne tenê li dijî gerîlayên azadiyê şer dikin di heman demê de di dîrokê de jî tê zanîn gelek kesên welatparêz wekî Saît Elçî, Saît kirmizi Toprak, Suleyman Mûînî û her wiha bi sedan berxwêderê kurd li ser xwesteka tirk, Îran û Iraq’ê bi îxanet û bêbextiyê dane kuştin. Mirov dikare bi sedan mînakên wiha bide.
Gava operasyona îxanetê destpêkir yekemîn Şêx Ebdûlselam Barzanî hat hişê min û min bi xwe ji xwe re got, “qey Mesûd Berzanî, Mesrûr Berzanî û Nêçîrvan Barzanî ji dîrokê qut in ku cahiltiya dîrokî dikin?” Rewşa îro tê jiyîn nêrînên siyasî û dahûrandinên dîrokî dide nîşandan ku ders ji dîrokê nehatiye derxistin. Eger derxistibana wê herî hindik li beranberî pêşeng û rûspî bapîrê xwe Şêx Ebdûlselam birêzdarî lê xwedî derketana û bêrêzî li beranberî tekoşîn û berxwedana wî nekirana. Gerîla yê ku îro hêvî û xeyalê ciwanên ku Ebdûlselam bi hestên niştîmanî perwerde dikir nûnerî dikin fahm bikirana, bi dijminê kurd re nokerî û hevkarî nedikirin û li kêleka kujerê kurd Erdogan tev li operasyonan nedibûn.
Ji dîrokê yek nûmûne jî nûmûneya şêx Ebdûlselam e! Ka em binerin Şêx Ebdûlselam kî ye.
Şêx Abdûlselam ji pênç kurê Muhamed yê herî mezin e, Muhamed kurê xwe dişîne medresa şêx Seyîd Taha nehrî. Ew jî piştî medresê xelas dike, bixwe medresê vedike, ji her derê ciwanên kurd xwe lê digrin û wan bi hestên welatparêziyê perwerde dike. Mewlana tê ziyareta wî û wî weke xalifê xwe wezîfedar dike. Piştî Şêx Muhamed jiyana xwe ji dest dide Şêx Ebdûlselam ji ber kurê herî mezin e xwezayî şûna bavê xwe digre û dibe serokê êla Barzan. Di 1909’an de weke mirovekî zana ji bo civaka xwe ronî û zana bike, li herêmê reforma civakî pêşbixîne, hem di aliyê olî de û hem jî di aliyê neteweyî de weke serokekî derdikeve pêş. Ebdûlselam bi her çar birayê xwe re hemû êla tînin ba hev û federasyoneke kurd didin avakirin. Di encama vê hewldanê de êla Barzan derdikeve holê û li ser vê mîrasê bi pêşdikeve. Êlên Mûnzûrî, Zebarî, Dolamerî û Şerwanî cih digrin. Di kesayeta wî de malbata Barzan remza Şêxitî û welatparêziyê digre. Bi vî awayî bingeha mîrasa malbata Barzan ji berxwedan û tekoşîna neteweyî ya ku şêx Ebdûlselam avakiri ye digre.
Di sala 1914’an de dema Împaratoriya Osmaniya dixwaze têkevin herêmê, di pêşnigiya Ebdûlselam Barzan de li ber xwe didin û destûr nadin ku tirk têkevin axa wan. Di wê berxwedanê de Şêx Ebdûlsem bi gelê xwe re li dijî dagirkeriya tirk têdikoşe. Ev berxwedan bertekên Osmaniyan zêde dike û dixwazin Şêx Ebdûlselam darizînin. Lê dema berxwedan biser nakeve, neçar dimîne bireve rojhilatê Kurdistanê ba Simkoyê Şikakî. Piştî demekê osmanî efûyekê derdixîne û gazî Ebdûlselam dike ku biçe Mûsilê. Lê ev bangawazî ne ji bo peymanekê ye, xapandinek e. Ebdûlselam vê bangawaziyê wekî xapandineke ji parçeyekî siyaseta osmaniyan ku li ser kurdan dimeşîne nabîne û li ser vê bangawaziya osmaniyan berê xwe dide başûrê Kurdistanê û di encama wê de di sala 1915’ an de li Mûsilê darve dikin. Êdî ev dibe bingeh û mîraseke berxwedêr, welatparêz û têkoşer. Di vê wateyê de Şêx Ebdûlselam li dijî êrîşên dagirkirina tirkan serî radike, lê îro piştî sed salî dewleta tirk di pêşengiya malbata Barzan de li dijî gerîlayên azadiyê başûrê Kurdistanê dagir dikin.
Îro wexta mirov bi vê nêrîna dîrokî dinirxîne; Mesûd Barzanî, Îdrîs Barzanî û kurê Mesûd Barzanî Mesrûr tekiliyên bi kujerên kurdan Erdogan, Hakan Fîdan û Hûlûsî Akar re datînin tu eleqeya xwe bi kurdîtiyê re nîne. Berî her tiştî ev hevdîtin û hemû hevdîtinên ku bi kujerê gelê Kurd re dikin, di hemen demê de xiyanet li nirxê welatparêziyê ku bapirê wan Şêx Ebdûlselam avakiriye jî. Ev jî tê wateya ku li mîrasa malbata ku Şêx Ebdûlselam avakiriye ji îxanetê pêve tu wateya xwe nîne. Divê gelê me yê Başûr bizanibe ku bi dewleta tirk re li dijî gerîla di operasyonê de cih girtin li dijî mîrasa malabata Şêx Ebdûlselam ku avakiriye û gelê başûrê Kurdistanê ava kiriye îxanetê dike.
Gerîla kî ye? Gerîla zarokên vî gelî ne, ew gel bi sala ye ji aliyê çar dijminan ve hatine parçekirin, dorpêçkirin, bi tevkujî û qirkirinên hovane re rûbirû mane. Helepçe, Enfal, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Gênç û her wiha bi sedan car perçiqîne. Di encama van tevkujî û tunehesibandinê de îro gerîla li serê çiyayên azad in, nasname û hebûna xwe diparêzin. Di vê operasyonê de li Zapê keça kurd ya fermandara bi navê Şaristan û koma wê, dema borî Tolhildan û koma wê, Serwer û koma wî bi namerdî û bêbextî şehîd dixin. Pirsa ey Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr çi feyda gelê kurd tê de heye derdixe ber çavan? Qey zirar û feydê vê operasyonê di nava xwe de nanirxînin ku gelê kurd zirarê dibîne û kujerê Şêx Ebdûlselam jê feyde digre.
Herî dawî têbîniya me ji malbata Barzaniyan re hinekî bi çavê dîrokî rojevê binirxînin. Rastiya gelê kurd çi ye? eger hûn encama dîrokî jê derînin, hûnê ne bi kujerê kurd û Şêx Ebdulselam re, hûnê li kêleka gelê xwe û gerîla li dijî tirkan cih bigrin. Hêvî û bendewariya gelê kurd ev e ku malbata Barzana vegerin koka xwe û pişta xwe nespêrin dijmin, bispêrin gelê xwe. Îxanet siyasetek e ku ji aliyê dijmin ve li ser kurdan hatiye sepandin, ev jî îro di şexsê nûnerên KDP’ê Mesûd Berzanî, Nêçîrvan Berzanî û Mesrûr bi serdixînin. Gelê me jî divê serketina dijmin bi sekn, helwest, bertek û nerazîbûnên xwe dakevin kolanan û siyaseta îxanetê pûç bikin, serkeftina di vê mijarê de erka her ferdekî Kurd e ku xizmeta gelê xwe bike. Bi vî ruhî gelê kurd jî xwedî mafê neteweyî ye û em ê bi rêxistina yekitî û biratiyê neteweya kurd bi serkeftinê tacîdar bikin û şerê îxanetê qebûl nekin.