Çeteyê girêdayî dewletê Sedat Peker ev demek e li xwe mikûr tê. An jî bi gotinek din sûcên dewleta tirk vedibêje. Li ser nîqaşên Peker û faşîzmê gelek senaryo tên gotin. Heta wate û hêzek ji Peker zêdetir wexfî wî tê kirin. Qaşo ev îfşat dê faşîzmê têk bibe. Li aliyê din ji aqildanê senaryoyeke kambaxtir tînin ziman. Li gorî wan jî qaşo di encama van îfşaatan de dê tiştek neguhere. Her du senaryo jî li ser bingehek xelet tên nîqaşkirin. Ji bo vê yekê encamên xelet jî tên derxistin. Baş e gelo rastî çi ye?
Werin em bi hev re rastiyê bi awayê herî zelal û kurt vebêjin. Tişta em di dawiyê de bêjin, em di serî de bînin ziman baştir e. Îfşatên Peker ne destpêk û sedem e lê encamek e. Encama têkçûna pergala faşîzmê ye. Ji ber ku Peker van îtîrafan dike dê Erdogan û pergala wî têk neçe. Ji ber ku pergala faşîzmê têk diçe kesên wekî Peker derdikevin. Ango Peker û gotinên wî di encama têkçûyîna Erdogan de derketin holê. Bandorê li ser çûyîna Erdogan dike lê bi serê xwe sedem nîne. Ji ber vê yekê pirsa gelo, “Sedem çi ye?” derdikeve holê.
Em niha behsa sedemê bikin. Li vir jî em gotinê dirêj nekin. Sedema têkçûna faşîzmê têkoşîna azadiya gelê kurd e. Hêza Erdogan û pergala wî têk dibe ev têkoşîn e ku li hemû eniyan bi destanî tê meşandin. Vê têkoşînê hemû hesabên faşîzmê têk birin. Faşîzm bi bin ket û pêvajoya belavbûnê dest pê kir. Tam li vir ji kerema xwe gotina, “Beriya Garê û Piştî Garê” bînin bîra xwe. Rast e ev tam encama Garê ye.
Faşîzmê ji bo ku gelê kurd têk bibe û “Projeya Hilweşandinê” bi encam bike hemû hêza xwe seferber kir. Lê hêza wî têra têkbirina gelê kurd û hêza wî ya têkoşînê nekir. Ji çar aliyên cîhanê çete anîn. Wan jî têrê nekir. Vê carê gazî hemû mafya, tecawizkar û hêzên tarî yên dewletê kir. Vê jî têrê nekir. Têkoşîna azadiyê li hemû eniyan li ber xwe da û bi ser ket.
Ev şerê topyekûn belaş nehat meşandin. Ji bo bûtçeya şer, dest bi dizî, talan û karên mafyayê kirin. Li ser vî esasî bi Peker, Çakici û kesên din ên sûcdar re hevkarî kirin. Encam? Encam ku di vî şerê qirêj û topyekûn de bi ser biketana dê bi hev re wekî birayan bimeşiyan. Dê pergala heramiyan bidomandana.
Lê ew û şerê wan ê qirêj têk çû. Ji ber ku têk çûn jî belavbûnê dest pê kir. Niha her kes dixwaze sûcê biavêje ser yên din. Ji bo xwe xilas bikin, hevûdu îfşa dikin û sûcên bi hev re kirine aşkera dikin. Peker encama vê pêvajoyê ye. Encama têkçûyînê ye. Ji bo wê me got Peker ne sedema têkçûyîna Erdogan e, encama tekçûyîna wî ye.
Baş e pêvajo dê çawa bidome?
Erdogan xwedî li Soylu derket. Ev normal e. Ji ber ku hevkarên sûc in. Ku dest ji hev berdin dê di demek kin de ji holê rabin. Hevkarên sûc dema ji hev vediqetin wekî Peker zû bi zû şahidiyên li ser hev dikin. Çiqas dosya di destê Soylu de ne û dê çi îfşaatan bike ne diyar e. Ji bo vê ne mimkun e Erdogan û Bahçelî dest ji wî berdin. Ku hev bigirin dibe demek din emrê xwe dirêj bikin. Erdogan û Bahçelî hewl didin emrê xwe dirêj bikin.
Lê çi bikin bila bikin serencama wan naguhere. Ji ber ku êdî hêzeke têkçûyî ye. Tekane hêviya wan operasyona Avaşîn, Zap û Metînayê ye. Lê ji wir jî xeberek xêrê ji wan re nayê. Li hemberî têkoşînê xitimîne. Dê heta dawiyê di vir de israr bikin. Bes dê darbeya dawî jî ji wir bixwin.
Çawa li Rojhilatê Deryaya Spî, Lîbya û Sûriyeyê hesabên wan û xewnên wan bûn kabûs dê li başûrê Kurdistanê jî heman şerbetê vexwin. Êdî pêşiya vê têkçûyînê nayê girtin. Ji ber ku têkçûyîn temam bû. Bi krîzên siyasî, aborî, civakî û leşkerî yên ev du sal in didome, têkçûyîn temam bû.
Peker bêdeng bikin jî dê Pekerên nû derkevin. Sûc û kirinên wan dê di her kêliyê de derkevin pêşiya wan. Dê zêdetir bi qirika hev bigirin. Gelê kurd jî dê têkoşîn, berxwedan û rêxistinbûna xwe xurt bike û rêya xwe bidomîne.