Li gorî daxuyaniya ku istixbarata Îranê bi ajansa Tesnim ya Îranê re parvekiriye, komeke endamên Partiya Komele ya komonîst li parêzgeha Kurdiatnê hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şaneyeke komonîstên terorîst hatiye dîtin û endamên wê hatine girtin.”
Di daxuyaniyê dîrok û hejmara wê koma ku hatiye girtin nehatiye destnîşankirin. Lê li gorî daxuyaniya istixbarata Îranê komeke endamên Komele ya markisîst amadekarî dikirin ku di roja xwepêşandanên ji bo Qudsê û pîrozbahiyên 1’ê gulanê de tevliheviyekê çêbikin lewre ew kom hatiye girtin.
Partiya Komele di sala 1969 hatiye damezrandin û gelek caran bi hêzên ewlekariya Îranê re ketiye nava şer û pevçûnan.