Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee îro got, niştecihên bajarê Xezayê bêyî ku werin kontrolkirin, dikarin bi wesayîtan di kolana Reşîd re ji bajêr derkevin û biçin herêma Mawasî. Adraee îdia kir ku herêma Mewasî herêmeke mirovî ye û xizmetên baştir lê hene û got “Li herêmê binesaziyên mirovî yên aktîf hene ku ji nexweşxaneyên meydanî, xetên avê, cihên paqijkirina avê pêk tê. Madeyên xwarinê, derman û pêdiviyên alîkariyê jî hene ku bi koordîneya civaka navneteweyî derbas dibin.”
Adraee destnîşan kir ku nexweşxaneya Ewropî jî tê sererastkirin da ku xizmetên bijîşkî pêşkêşî niştecihan bike.
Serokê DYAyê Donald Trump anî ziman ku dibe hejmareke mezintir a rehînên ku li Xezayê hatine ragirtin mirine û got: “Em hêvîdar in ku ev nûçe şaş bin. Lê me bihîstiye ku zêdetirî 30 cenaze hene.” Trump anî ziman ku DYAyê bi Hemasê re di dan û standinên kûr de ne.
Li gorî artêşa Îsraîlê, ji 251 kesên ku di 7ê cotmeha 2023yan de hatibûn revandin, 47 kes hîn jî li Xezayê girtî ne, piştrast bûye ku 25 kes ji wan mirine.
Operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya di çarçoveya plana kontrokirinê de li hundirê bajarê Xezayê dewam dike. Hişyarî hene ku avahiyên bilind neyên hedefkirn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji cotmeha 2023an ve zêdetirî 64 hezar û 300 kes di şerê li Xezayê de hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.