12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyar kir

Istixbarata Israîlê geştiyarên israîlî ên li Tirkiyeyê hişyar kir û got ji otêlên xwe dernekevin. Cara duyemîn ewlekariya Israîlê di şeva 17-18’ê hezîranê de di rapoprekê de ragihand ku hin planên Îranê yên revandin û kuştina welatiyên israîlî heye, lewre divê ji otêlên xwe dernekevin.

Beriya niha jî kanala 12’yê ya televizyona israîlê behsa hin hewldanên Îranê kiribû û çawa istixbarata Israîlê pêşî li wan hewldanan girtibû.

Lê tiştê her balkêş di vê banga istixbarata Îranê de ku di nava geştiyarên Israîlî ên li Tirkiyeyê 1000 serbazên leşkerî hene. Li gorî nûçeya ajansa Alarabia bi dehezaran geştiyarên Israîlê ên li Tirkiyeyê guh nedane banga derketina ji Tirkiyeyê û Israîlê ji derdora 1000  serbazên xwe yên leşkerî re yek bi yek name şandiye ku Tirkiyeyê terk bikin û vegerin welatê xwe.

Hêjayî gotinê ye ku ev liv û tevger di encama gefên Îranê ên tolhildana zanyarên xwe de derketiye holê. Di dema dawî de dîsa 2 zanyarên Îranê hatin kuştin. Îranê berpirsiyariya kuştina wan zanyarên xwe dixe stûyê Israîlê û gefa tolhildana wan li Israîlê dixwe.