25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê li dijî Xezeyê dest bi operasyona bejahî kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi armanca “dagirkirina” Şirîda Xezeyê operasyoneke berfireh a bejahî dane destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi armanca “dagirkirina” Şirîda Xezeyê operasyoneke berfireh a bejahî dane destpêkirin. Îsraîlê, bang li zêdetirî milyonek û nîv Filistîniyên li bajar dijîn kir ku ji herêmê derkevin.

Hêzên hewayî yên Îsraîlê çendek hefteyên dawî de bi hinceta ku têkiliya wan bi Hamasê re heye, gelek avahiyên bilind hedef girt. DYA jî piştgiriyê dide operasyonê. Çapemeniya DYAyê ku rayedarên îsraîlî weke çavkanî nîşan dan, diyar kirin ku yekîneyên bejahî yên Hêzên Parastinê ya Îsraîlê têketine Xezeyê û di rojên pêş de gelek leşker dê tev li bibin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, da zanîn ku ji roja êriş dest pê kirin heta niha nêzî 65 hezar filistînî di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin ku piraniya wan jin û zarok in.