Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Îsraîlê bi 6 moşekan Til El Cebiye li nêzî bajarê Newa yê gundewarê Derayê vê sibê topbaran kir. Pergala hewayê ya hikumeta Şamê ku li ser gir bi cih bûye, hewl da droneke Îsaîlê bixe xwarê ku piştî topbaranê li asîmanê herêmê digeriya. Lê belê tu agahî der barê kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.
Li nêzî gundê El Refîd ê Quneytîrayê, hemwextî firîna droneke Îsraîlê û balafireke şer a Îsraîlê li asîmanê herêma sînorên wê bi Sûriyeyê re, teqînek rû daye.
Li gor SOHR`yê, piştî topbarankirina Colanê bi moşekan ji aliyê komeke girêdayî Hizbullahê Lubnanî ve, Îsraîlê rasterast êrîşî baregeheke leşkerî kir .
Li gor SOHR`ê ji destpêka 2023`yan ve Îsraîlê 66 êrîşên hewayî û bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîne, di encamê de 130 noqte, depoyên çekan, baregeh û wesayît rûxandine. Her wiha 114 leşker hatine kuştin û 130 jî birîndar bûne.