Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Sûriyeyê berdewam dike. Li gorî çapameniya Sûriyeyê, di saetên serê sibehê de, Îsraîlê ji aliyê bakurê Lubnanê ve li dijî gundewarên bajarên Tartûs û Hemayê yên Sûriyeyê êrîşên bi moşekan pêk aniye. Di êrîşê de 3 leşkerên rejîmê birîndar bûne.
Beriya heftiyekê jî Îsraîlê êrişî Balafirgehan Helebê kiribû û balafirgeh ji xizmetê derketibû.
Ji destpêka salê ve ev êrîşa 5`emîn a Îsraîlê ye ku li Sûriyeyê pêk tîne.