12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê dîsa sînorê Sûriye û Lubnanê topebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê careke din gundewarên El Qisêr û deriyê sînor ê di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir. Di ancama êrîşan de li gorî agahiyên destpêkê 2 kes hatine kuştin

Îsraîlê careke din deriyê Cûsiye yê di navbera Sûriye û Lubnanê de û gelek wesayitên di sînor de  bombebaran kirin.

Li gorî şêniyan, balafiran erebeyên li nêzî gundê Nîzariye yê bajarê Qisêr ê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê û deriyê Cûsiye bombebaran kirine. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de 2 kes ku di wesayitan de bûn, hatine kuştin.

25ˈê Cotmehê jî balafirên şer ên Îsraîlê nuqteya îstîxbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ya li nêzî deriyê Cûsiyê de bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de de 3 endamên îstîxbarata leşkerî hatibûn kuştin.

Li gorî SOHR’ê, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 130 êriş (106 hewayî û 24 bejahî) li ser xaka Sûriyeyê pêk anîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku her diçe hikûmeta Israîlê şerê li herêmê berfirehtir dike ku piştî Xezayê dest bi Lubnanê jî kiriye û gelek caran êrîşî axa Sûriyeyê jî dike, bêguman Îrana ku destekê dide Hizbulaha Lubnanê jî para xwe ji van êrîşan digire.