Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê diyar kir ku Artêşa Israilê di 394 rojan de li Gazzeyê 43 hezar û 341 mirov kuştine. Wezaretê da zanîn ku di 24 saetên dawî de 27 sivîlên din kuşt û 86 Filistinî jî birîndar kir.
Artêşa Israîle di 7’ê cotmeha 2023’an de li dijî herêma Gazzeye şer dabû destpêkirin û ji wê demê heta niha şer didome.