8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê daxwaza derxistina Tirkiyeyê ji NATO ‘yê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz ji ber gefên Serokkomarê tirk Tayip Erdogan û gotinên wî yên der barê Îsraîlê de, bang kir ku Tirkiye ji NATO’yê were derxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz daxuyaniyek da û daxuyaniyên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan weke sedem nîşan da û bang kir ku Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê de, ev tişt hate gotin: “Têkildarî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên ji bo dagirkirina Îsraîlê û gotinên wî yên xeter, Wezîrê Karên Derve Yisrael Katz weke lezgîn bi hemû dîplomatên endamên NATO’yê re hevdîtin kir û daxwaz kir ku Tirkiyeye were şermezarkirin û ji tifaqê were derxistin.”

Erdogan duh li Rîzeyê di cîvîna partiya xwe de, ev tişt gotibû: “Em çawa ketin Qerebaxê, çawa ketin Lîbyayê, mîna vê em ê li Îsraîlê jî bikin.”