Artêşa Îsraîlê bi balafireke bêmirov a biçek li ser rêya Bîsariya ya navçeya Seyda ya li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encamê de kesek hat kuştin. Çavkaniyan diyar kir ku dronên Îsraîlê li ser herêma Tifahê digerin. Duh êvarê jî balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li bajarokê Homîna Jorî erebeyek bombebaran kiribû. Di encamê de kesek hatibû kuştin.