Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê didomin. Li gorî agahiyên ku ji çapameniya Sûriyeyê hatin wergirtin, di saetên serê sibehê de Îsraîlê bi moşekan nuqteyên nêzî balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kiriye. Hat ragihandin ku pergala parastina hewayî ya Şamê bersiv daye êrîşan.
Ji ber van êrîşên Îsraîlê tê gumankirin ku şerê di navebra wê û Hamasê de veguhere şerekî herêmî û belavî Sûriye û Lubnanê jî bibe.