11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîl û Sûriye di bin çavdêriya DYAyê de civiyan

Di navbera Îsraîl û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de bi armanca bergiriya mijarên leşkerî û îstîxbaratî mekanîzmayek hevpar hat avakirin.

Hevîdîtinên li Paytextê Fransayê di navbera Îsraîl û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatin bi peymanekê bi dawî bû. Der barê hevdîtina di bin çavdêriya DYAyê pêk hat de peymanek hat weşandin. Di peymanê de hat daxuyandin ku hevdîtinên ji bo ewlehiya Îsraîlê û îstîkrara Sûriyeyê sûdwer derbas bûye û ev tişt hatin gotin: “Her du welatan ji bo ewlehî û îstîkrarek mayîn de ya her du welatan hemfikir bûne. Li ser vê bingehê ji bo rageşiya leşkerî bê kêmkirin, derfetên dîplomatîk û bazirganiyê bên bikaranîn, koordînasyonek mayîn a parvekirinên leşkerî û îstîxbarî mekanîzmayeke hevpar hatiye avakirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev mekanîzma dê pirsgirêkên derketine holê demildest bigire dest û ji bo çareserkirina wan bixebite. Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku DYA piştgiriya vê peymanê dike û wekî gavek baş ji bo aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn erênî dibîne.

Ligel peymanê û daxuyaniya DYAyê ya piştgiriyê jî li gorî pisporên ewlehiyê yên hevdîtin ji nêz ve şopandîn, civîn bêencam maye. Pispor dibêjin ku di civînê de pêşketinek ber bi çav û girîng çênebûye û mekanîzmaya behsa wê tê kirin jî dê kêrî tiştek neyê.