27 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîl serxwebûna Somalilandê nas kir

Îsraîlê ragihand ku Somalilandê ya ku bi yekalî cudabûna xwe ji Somaliyê ragihand, wekî dewletek serbixwe nas dike. Ev biryar rastê bertekan hat.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku welatê wî Somalilandê, ku di sala 1991an de bi awayekî yekalî cudabûna xwe ji Somaliyê ragihand, wekî dewletek serbixwe nas dike. Ev yek Îsraîlê dike welatê yekem ku Somalilandê bi fermî nas dike.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê, di navbera Netanyahu, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar û serokê Somalîlandê Mohamed Abdullahî de danezanek naskirina hevbeş hat îmzekirin.

Serokwezîrê Somaliyê Hamza Abdî Barre bertek nîşanê biryara Îsraîlê wek ‘êrîşa bi zanebûn a li ser serweriya welatê xwe’ bi nav kir.

Yekîtiya Afrîkayê jî bertek nîşanê biryara Îsraîlê da û piştgiriya yekitiya axa Somaliyê kir.

Biryara Îsraîlê ji aliyê Tirkiye, Misir û Cîbûtiyê ve jî hat şermezarkirin. Piştî axaftina bi hev re ya sê welatan Wezareta Derve ya Misrê ve daxuyanî da û got ku: “Gavên yekalî yên naskirinê aramiya herêmê tehdît dikin.”

Li gorî raporeke AFPê ku ji New York Postê re hatiye şandin, serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiriye ku dê zû bi zû Somalilandê nas neke.” Trump gotiye: “Ma bi rastî kes dizane Somaliland çi ye?”

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Somalilandê ji sala 1991î vir ve xwedî rêveberiyek xweser e lê het niha ji aliyê tu dewletan ve bi fermî nehatine qebûlkirin.