22 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîl: Me li noqteyên Hizbullahê xistin

Artêşa Îsraîlê daxuyand wê li Lubnan û Sûriyeyê noqteyên Hizbullahê bombebaran kirine.

Artêşa Îsraîlê daxuyand wê li herêma Bîqa ya Lubnanê tuneke ku ji Sûriyeya heta Lubnanê dirêj dike bombebaran kir. Artêşê ragihand ku Hizbullah tunel ji bo qaçaxçîtiya çekan bi kar dianî.

Artêşa Îsraîlê herwiha diyar kir ku wê li herêma Qelid El Sebih a li ser sînorê Sûriyeyê jî bombebaran kiriye.

Di daxuyaniya artêşê de hat destnîşankirin ku: “Hêzên asmanî yên Îsraîlê çend navendên Hizbullahê wekî cebilxane û roketavêjên ku li ser xaka Libnanê xeternak in, xistin.”

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Sehlat El Ma yê Bîaqê Saziya Zekba Weqfa û malek bombeberan kir, lê tu zerarên canî çênebûn.

Agirbesta Hizbullah û Îsraîlê 27ê mijdara 2024an ket meryetê. Li gorî çavdêran ji ber êrîşên domdar ên li Îsraîlê yên li ser Lubnanê agirbest sist e. Her du alî (Îsraîl û Hizbullah) bi binpêkirina agirbestê hev din tawanbar dikin.