Hamasê di pêngava duyem ya agirbestê de 4 leşkerên jin ên Îsraîlî, radestî Xaça Sor kir. Konvoya Xaça Sor piştî wergirtina dîlgirtiyan, ji Qada Fîlîstînê çû.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) got; “4 leşkerên vegeriyane, Daniela Gilboa, Liri Elbag, Naama Levy û Karina Ariev bi hêzên IDF û Shin Bet re sînor derbas kirin û ketin xaka Îsraîlê.”
Tê payîn ku îro Îsraîl 200 girtiyên Fîlîstînî ji girtîgehên xwe berde. Hamasê lîsteyek weşand ku navên van 200 fîlîstîniyan têde cih digirin.