Di biryara ku ji aliyê Wezareta Dîaspora û Têkoşîna Li Dijî Antîsemîtîzmê ve hate ragihandin de hate diyarkirin ku saziyên berbehs li Xeze û xakên dagirkirî yên Filistînê ‘’qaîdeyên zelaliyê’’ yên vê dawiyê ji bo rêxistinên civakî anîne, binpê kirine. Wezaretê diyar kir ku hin saziyan parvekirina lîsteya xebatkarên Filistînî red kirine û ev yek ji ber ‘’îhtîmala pêwendiya li gel terorê’’ nayê qebûlkirin. Hate ragihandin ku biryar wê ji 1ê çileya 2026an û şûnde bikeve meriyetê.
Rêxistinên navneteweyî û herêmî bi awayekî tund nerazîbûnên xwe nîşanî biryarê dan. Di daxuyaniya hevpar a li gel îmzeya gelek rêxistinên civakî hate dayîn de hate diyarkirin ku ev rêxistinên berbehs li Xezeyê ji aliyê alîkariyê ve gelekî girîng in û ji Îsraîlê hate xwestin ku vê biryara xwe betal bike.
Wezareta Karên Derve ya Filistînê jî ragihand ku ew biryara Îsraîlê ‘’bi tundî şermezar’’ dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu serweriya Îsraîlê li ser xakên Filistînê yên hatine dagirkirin tune ye û hate îfadekirin ku saziyên alîkariya mirovî ji bo gelê Filistînê gelekî girîng in.
Herwiha Fransa û Keyatiya Yekbûyî jî di nav de wezîrên karên derve yên 10 welatan diyar kirin ku rewşa mirovî ya li Xezeyê geekî xirab e û bi taybetî jî têkildarî mijara bêewlehiya xwarinan a berbelav hişyarî dan.
Îsraîlê beriya niha jî li Xezeyê saziyên alîkariyê hedef girtibûn; bi taybetî jî ji ber astengiyên li ser personel û bernameyên UNRWAyê piraniya xebatên ajansê yên li qadê hatibûn sînordarkirin.
UNRWAyê harî dawiyê ragihand ku alîkariya ji bo 1,1 milyon kesî hatiye amadekirin li ser sînor hatiye rawestandin û Îsraîl destûrê nade ku ew alîkarî bikevin Xezeyê.
