12 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îsmaîlê me yan ê wan?

Derdekî heqîqetê yê fîlmê tune ye, diyar e ku li ser daxwazekê hatiye çêkirin, ji bo xizmeta siyaset û propagandayê ye. Lewra bi rihetî ji xwe re di mîhrîcanên fîlman ên Tirkiyeyê de jî cih digire. Ji ber ku tiştên desthilatdarên tirk û hevkarên wan aciz bikin di belgefîlmê de tune ne.

Têkiliya belgefîlman û heqîqetê, bêgûman ji hunerên din û beşên din ên sînemayê cudatir e. Bi angaşta nîşandana rastiyan, berpirsyariyeke cihê û giran digire ser milên xwe. Berhemên belgefîlman bîra civakî ava dikin, herwiha derfeta têgihiştina temaşevanan a mijara ku vedibêje didin. Berovajiya beşên din ên hunerê, rasterast têkîlidanîna bi belgeyan û kesên ku bi mijarê re têkildar in re bêyî ku derhêner, çêker têkilayî pê bikin mesele tê vegotin. Anku ne vegotineke sêwirî ye, lewma bêhtir nêzîkî rastiyê ye.

Lê helbet hemû belgefîlm bi heqîqetê re têkiliyeke wiha li ser bingehê rastiyan û ji dil danaynin. Rastî, di belgeyan de û di belgefîlman de li gor bîrdozî, zextên siyasî û aboriyê tê berevajîkirin û bi vî awayî temaşevan tên xapandin. Parastîna belgeyan ji bo parastîna bîrê girîng e, lê di vir de divê em ramanên Derrîda yên derheqê ‘Nexweşiya Arşîvê’ de bi bîr bînin. Arşîv derheqê raboriyê de diaxive û bi veşartina parçeyên rabirdûyê vegotineke nû ya dîrokî saz dike. Belê arşîv, her dem rastiyan pêşkeş nake; ji ber ku her bijartina parçeyekî arşîvan, nîşandana parçeyekî tenê yê rabirdûyê ye. Anku dê rastî bê nîşandan, çiqas bê nîşandan an dê rastî bê veşartin û bi vî awayî mirov bên xapandîn, li gor berjewendî û daxwaza kesên arşîvger e. Em dizanin ku hemû dîrokên fermî ên dewletan anku serdestan ji nû ve tên afirandin ku piraniya wan li ser veşartina rastiyan û bi derewan tên avakirin. Dê çi bê pêşkeşkirin, çi bê jibîrkirin ew biryar didin.

Belgefîlmê ‘Îsmaîlê Me’ jî bi vê nexweşiyê ketiye. Derhênerên fîlmî Fatîn Kanat, Onder Înce ne û pêvbestina fîlmî jî Omer Leventoglu çêkiriye. Fîlm qala jiyana Îsmaîl Beşîkçî dike. Kêm zêde her kes Îsmaîl Beşîkçiyê ku bi salan ji bo rastiyan an jî ji bo heqîqeta ku desthilatdar dixwazin ji holê rakin, serî hildide, li ber xwe dide nas dike… Ji ber vê jî salên dûr û dirêj di zindanê de derbas dike. Berovajiya wateya navê xwe Îsmaîl berxwedêr e. Di vegotînên olî de, Îsmaîl serê xwe li ber kêrê dirêj kiriye, lê ‘Îsmaîlê Me’, serê xwe dirêj nake, ji kêrê jî natirse, berovajiya vê ji bo şerê heqîqetê serjêkirinê jî dide ber çavên xwe. ‘Îsmaîlê Me’ emrê xwe di ber şerê li dijî desthilatdariyên ku rastiyan li gor xwe ji nû ve dinivîsin da.

Desthilatdaran gotin “Kurd tune ne”, ji bo vê jî belgeyên heyî tune kirin, winda kirin û qet û qet nexwestin peyva kurd jî li derekê derbas bibe. Ji bo ku xirab nîşan bidin jî negotin kurd hene. Ev rêyeke herî kevn a tunekirinê ye, wek ku qet tunebî, tu caran qal nekirin. Erê, ji bo ku reş bikin, xerab nîşan bidin jî qala ‘kurdan’ nekirin. Îsmaîlê me rabû li dijî vê bi dehan lêkolîn kirîn, gotar û pirtûk nivîsandin. Em di belgefîlmê de jî şahidiya vê dikin. Lê belgefîlma ku fikr û jiyana Beşîkçî vedibêje, li şûna ku rabirdû û tekoşîna Beşîkçî vebêje, tenê hinek aliyan nîşan dide. Bi vê kêmnîşandanê jî hinek rastiyan vedişêre. Tevgera Azadiyê ya ku Beşîkçî demekê piştgiriya wê dikir û li ser wê bi dehan tişt nivîsandin, pesnê wê dida û bi gelek endamên wê re di zindanan de ma, wek ku qet tune be qet qal nake.

Ev mînakeke baş e ji bo nirxandinên Derrîda. Rastî, bi bijarteya ji tiştên heyî ji nû ve teşe digire û her parçeyekî ku nayê vegotin, nayê nîşandan ji bo heqîqetê parçeyekî winda ye. Armanca arşîvan ji bo parastin û avakirina bîrê ye. Lê arşîv ji aliyekî ve jî dibe parçeyekî jibîrkirin û windakirinê. Ev heqîqet heqîqeteke kêm e, lewra xizmeta xirabkirin, bêteşekirina heqîqet û dîrokê dike. Çawa desthilatdariya ku Beşîkçî pê re şer dikir, qala kurdan nedikir û têgeha kurdan vedişart îro fîlmê ‘Îsmaîlê Me’ jî heman rêbazê bi kar tîne.

Tekoşîna entelektuel a Beşîkçî, tenê serpêhatiyeke takekesî nîn e, pê re pirsgrêka kurdan û parçeyekî binyata Dewleta Tirk a civakî û polîtîk e jî. Beşîkçî li dijî polîtikayên dewletê yên ku hebûna kurdan tune dihesibîne bi berhemên ku bi rêbazeke zanistî afirandiye wek rewşenbîrekî wêrek xeletiyên dewlet û civakê aşkera dike û pê re pê re rexne kiriye. Lê di belgefîlmê de nedîtina Tevgera Azadiyê jî ewqas li dijî rêbaza zanistî ye. Bêdengiyeke wiha ya fîlmê, qutbûna fîlmê ya ji heqîqetê ye. Ev jî girêdayî sekna wî ya dawî ye, Îsmaîl hat wê astê ku daxwaza ku Tevgera Azadiyê ji Başûr bê qewirandin heta ji bo vê pêşniyaza birakujiyê jî bike. Encamên vê nêzîkatiya polîtîk di belgefîlmê de jî diyar in. Fîlmekî bi polîtikayên serdestan û hevkaran re hevkêş e. Ji bo ku vê hevkêşiyê nîşan bide bêyî ku xizmeta çîrokê bike ev siyasetmedarên hevkar di belgefîlmî de cîh digirin. Heqîqet ew e ku bûyereke ji her ali ve bê dîtin, bê nirxandin; lê ev belgefîlm vê heqîqetê nabîne, tenê vegotineke demkî, berjewendîparêz û nêzîkatiya siyasî nîşan dide.

Tevgera ku di dîroka nûjen a vî welatî de, di nivîs û tekoşîna Beşîkçî de jî cihekî girîng digire di belgefîlmî de qet nehatiye dîtin û vegotin. Em têgeha ‘Nexweşîna Arşîvan’ jî li ber çav bigirin em dikarin bibêjin ku ev belgefîlm ji bijarteyeke arşîvî û vegotineke bizanebûn e. Arşîv tenê rabirdûyê naparêze, bi aliyekî wê digire û rastiyê ji nû ve ava dike. Ev bijartin bijartineke bîrdozî û siyaseta demkî ye, lewma heqîqetê jî manîpule dike û bîneran dixapîne. Belgefîlm li şûna ku rastiyan nîşan bide wek alaveke propagandayê hatiye bikaranîn. Nexweşiya arşîvê, nîşandana raboriyê li gor nêrînekê, perspektîfekê ye. Ev jî derfetekê dide ku belgefîlm  raboriyê û rastiyê veguherîne, manîpûle bike.

Bi kurtî belgefîlm, dema ku mirov lê dinihêre, ji berhemeke hunerî, xebateke zanistî bêhtir wek berhemeke propagandayê ye. Girêdayî rastiyan nemaye û hinek tişt bi taybetî, bi mebest nehatine nîşandan û vegotin. Ev jî ji hêla etîka belgefîlmê ve pirsgrêkeke mezin e û pê re bîneran jî dixapîne û dibe parçeyekî dîroknivîsîneke xelet, ku em desthilatdaran ji ber vê rexne dikin.

Tekoşîn û jiyana Beşîkçî ne çîroka kesekî tenê ye, lêpîrsîna nêrîna siyasî û civakî ya dewletê ye jî. Tevgera Azadiyê ya ku di vê serdemê de cihekî girîng digire qet xuya neke, ev hem ji bo teşîna Beşîkçî û hem jî li dijî dîrokê şermeke mezin e.

Gelo nabe ku belgefîlm takekesî be? Dibe helbet, belgefîlm dikare tenê li ser rojeke kesekî jî bisekine. Belgefîlm dikare tenê li ser hestên Beşîkçî yên demekê be jî, lê ev belgefîlm ne tiştekî wisa ye. Em bi dîmenên dawî têdigihijin ku derdê wan tenê manîpulasyona rastiyan e û propaganda ye. Kesên ku tu têkiliya wan û vegotinên belgefîlmê û jiyana Beşîkçî tune ye jî dixuyin. Gelo çi têkiliya jiyan û tekoşîna Beşîkçî û kesên ku di dîmenên dawiyê de cîh digirin heye? Derdekî heqîqetê yê fîlmê tune ye, diyar e ku li ser daxwazekê hatiye çêkirin, ji bo xizmeta siyaset û propagandayê ye. Lewra bi rehetî ji xwe re di festîvalên fîlman ên Tirkiyeyê de (ku bêsansûr qala wan nayên kirin) de jî cîh digire. Ji ber ku tiştên desthilatdarên tirk û hevkarên wan aciz bikin di belgefîlmê de tune ne.

Belgefîlm, bi taybetî ku qala dîrokê bikin divê heqîqetê û rastiyan çi bi gotinê, çi jî bi nenîşandanê manîpule nekin, heqîqetê veneşêrin. Jixwe rastî tim û tim bi awayekî derdikeve holê. Dewletan bi hemû derfetên xwe, çi bi şer, çi bi komkujî, çi bi polîtîkayên tunekirinê, çi bi pişaftinê, çi bi dehan zanîngeh û profesorên xwe ceribandine, lê bi ser neketine. Ne ev belgefîlm, ne çêker, ne derhêner ne jî pêvbestineke profesyonel nikarin rastiyan veşêrin. Divê em heqê wan bidin(!), pîroz bikin(!), ji ber ku karekî gelek serketî ye (!) ku di belgefîlmeke xwedî mijareke wiha de -ku pir zehmet e- lê bi hostetî Tevgera Azadiyê veşartine!

Kurt û kurmancî, Îsmaîlê fîlmî, Îsmalê me nîn e, yê wan e ku serê xwe li ber kêra polîtîkayên demkî dirêj kirine û xwe dikin qurbana berjewendiyên polîtîk. Erê, Îsmaîl ne Îsmaîlê me ye, Îsmaîlê wan e!