Li Mezopotamya ku şaneya bingehîn a civakîbûnê û destpêka şaristaniyê ye, diyardeyên ol, dewlet, desthilatdarî û civakê ewqasî bi hev ve girêdayî ne ku îro çareserkirina pirsgirêkên wiha yên piralî pir zehmet e. Yek ji nakokiyên bingehîn di navbera tiştê xwezayî û ya ku hatî guhertin an çêkirî de ye. Çawa ku di Zîguratên Sumeran de yekem baweriya xwezayî ya mirovatiyê piştre veguherî amûra hêz û siyasetê, olên yekxwedayî yên ku piştre pêşketibûn jî rastî heman çarenûsê hatin. Di dîrokê de desthilatdaran her tim ol û dewlet, an jî ol û siyaset– carnan di destên cuda de, carinan di destekî de – bi hev re meşandine û dema ku her du li hev dicivin, rastiya ku derdikeve pêş her dem xwîn, êş, hovîtî û bêbextî bûye. Gelê Kurd ku yek ji kevintirîn civakên Rojhilata Navîn e, dibe ku yek ji wan gelên ku herî zêde ji vê diyardeya dîrokî ya ku me behs kirî zirar dîtiye. Di vê nivîsê de em ê hewl bidin ku çawa desthilatdaran Îslama siyasî bi giştî û terîqeta Nakşîbendî bi taybetî li ser Kurdan bi kar anîne.
Dîrokzan Ethem Xemgîn di pirtûka xwe ya , “Baweriyên Olî û Bandora wan a li Kurdistanê” de behsa komkujiyên ku di dema Xelîfe Omer de bi artêşên ereban re derbasî Kurdistanê bûne, dike. Kurd û Farizên bi baweriya Zerdeştî pêşî berxwedaneke mezin diken. Di navbera salên 639 û 644an de serhildan çêbûn. Paşê jî bi dehan salan û di her fersendê de ev serhildan berdewam kirin. Desthilatdarên serdemê yên ku serhildanan bi xwînî tepisandin, vê carê jî ji misilmanbûna Kurdan nefret kirin û ji bo kurd gotin, “klîka cinan” in û îslama wan “sexte” ye. Di encamê de bi demê re Kurd bi piranî bûbûn misilman û ji mezhebên şafiî. Di vî warî de ew ji Tirk û Ereban ku bi piranî ji mezheba Henefî bûn cuda bûn. Hejmarek hindik ji kurdan derbasî mezheba şîa bûn. Ji aliyê din ve Zerdeştî di encama zextên giran de û di nava şert û mercên nepenîtiyê de hewl da xwe di bin baweriyên cuda (Ezdîtî, Kizilbaş, Elewî û baweriyên din ên bi navê Batînî) de biparêze.
Piştî îslamiyet rewşa Kurdan
Di sedsala 7an de ketina artêşên Ereban li Kurdistanê û di sedsala 11an de jî yên Tirkan kevirên bingehîn ên “çarenûsa” Kurdan danî ku heta îro jî didome. Her tim navbera Kurdên ku bi piranî civakeke çiyayî ya xwezayî ne; Bi dewlet, desthilat û serweriyê re ne pir baş bû. Di warên çandî, aborî û leşkerî yên dewletan de, ne di warên xwe yên siyasî û îdarî de neçalak bûn. Bi rastî jî ji împaratoriyên Med û Farizan vir ve rewş wisa ye. Yên ku mohra xwe li jiyana aborî, leşkerî û çandî ya dewleta Farizan a ku piştî hilweşîna dewleta Med ava bû, xist Med bûn. Piştî Îslamê em tenê du dewletên Îslamî dibînin ku ji aliyê xanedanên bi eslê xwe Kurd ve hatine birêvebirin. Ev Mervanî (985 – 1085) û dewleta Eyûbî ya bi serokatiya Selahedînê Eyûbî (1174 – 1524) bûn. Ji xeynî van, em dibînin ku Kurd bi piranî di bin banê dewlet û împaratorîyê de wek axa û mîrektîyan dimînin. Mîrekan hemû pêkhateyên olî, çandî, aborî û leşkerî, hêman û kesayet û hêza siyasî di nav xwe de dihewand. Mînak li kêleka Mîran civateke fireh a çandî, hunerî (sazbend, dengbêj, çîrokbêj, govendger û hwd.), pîşekarî (avakar û her cure hostayên destan) û olî (şêx, Seyîd, mela) di bin parastina wan de bû.
Di Sedsala 19emîn de Rewşa Kurdistanê
Ev rewş heta çaryeka ewil a sedsala 19emîn ji bo mîrnişînên kurdan ku bi piranî di bin desthilatdariya Osmaniyan de dijiyan, domiya. Di vê serdemê de, dema ku Împaratoriya Osmanî lawaz bû û pêwîstiya wan bi leşker û bacên zêdetir hebû, berê xwe da Kurdistana ku otonom bû. Ji bilî daxwaza leşker û bacên zêdetir hewil da ku otonomî Kurdistanê jî bisînor bike û kêm bike. Ev rewş bi awayekî xwezayî bi berxwedan û serhildanan encam da. Lê serokên kurdan di şeran de têk çûn.
Piştre em dibînin ku li Kurdistanê destpêkirina pêvajoyên guhertin û veguhertinên girîng ên di warên siyasî, civakî, çandî, aborî û olî pêş dikeve. Ji ber ku desthilatdariya siyasî qels bû û paşve ket, alimên olî yên xwedî hêza veşartî û xwesteka kûr a desthilatdariyê yekser derketin pêş. Bi rastî jî di dirêjahiya dîrokê de desthilatdarên siyasî û olî li hemû erdnîgariyan her tim di nava nakokiyan de ne. Di vê serdemê de li kurdistanê êdî peyva şêxên ku desthilatdariya olî û ya sîyesî ne derbasdar e.
Vê veguherîna li Kurdistanê jî pêkhateya mezhebê guhert. Terîqeta Qadirîtiya ku berê di bin parastina Mîrekan de bû, paşve ket û li şûna wê Terîqeta Neqşîbendîtî bû serdest. Qadiritî navê xwe ji damezrênerê xwe Abdulkadir Geylanî (1077 – 1166) digire. Ev terîqat di salên 1300î de li Kurdistanê belav bû.
Derketina Mewlana Xalid û kiryarên wî
Terîqeta Neqşîbendî jî ji aliyê Bahaeddîn Neqşbendî (1318 – 1389) ve li Buxara ku yek ji bajarên navendî yên Asyaya Navîn e, hatiye damezrandin. Şaxa Halidiye ya vê mezhebê ji aliyê kurdekî bi navê Diyaeddîn Xalid El Bexdadî di çaryeka yekem a sedsala 19emîn de hatiye damezrandin. Ev kesê ku ji eşîra Caf bû û bi navê Mewlana Xalid jî dihat naskirin. Mewlana Xalid, di sala 1778an de li Karadagê ku girêdayî mîrektiya Baban a navenda wê Silêmanî ye, hatiye dinyayê û derbasî Terîqeta Qadiritiyê û ji mamosteyên pêşeng ên wê serdemê perwerdehiyê dibîne. Di sala 1808an de diçe Hindistanê. Li vir hem terîqeta Neqşîbendî û hem jî bawerî û olên din ên herêmê baştir nas dike. Di sala 1811an de dema vedigere Kurdistanê bi lez û bez dest bi organîzekirina Neqşîbendiyê dike û bi Qadiriyan re pevdiçe. Piştî ku li gelek deveran digere, di medreseya ku li Şamê yek ji navendên stratejîk ên wê serdemê ye, dest bi perwerdekirina xelîfeyên xwe dike. Li Iraq, Sûriye, Misir û Kurdistanê bi bandor dibe. 11 xelîfeyên ku perwerde kiribûn şandin Iraq, Filistîn, Hecaz, Anatolya û Kurdistanê û di demeke kin de tevneke rêxistinî pêş dixe. Di vê serdemê de şaxa Xalidiye ya terîqeta Neqşîbendî ku navê xwe lê girtibû dest pê kir û heta îro tê. Helbet ev serkeftin û berfirehbûn rasterast bi hevsengiya siyasî û hesabên serdemê ve girêdayî ye. Di vir de pêwîste bi kurtî em li ser Neqşîtiyê û cudahiya wê ya ji Qadirî rawestin.
Taybetmendiyên Terîqeta Neqşîbendî
Li vir em hinekî bi terîqeta Neqşîbeniyê dakavin. Neqşîbendî terîqeteke ku xwe dispêre rêgezên tesewufê lê aliyên xwe yên taybet jî hene. Nêzîkatiya Neqşîbendiyê ya bingehîn “divê her kes bi rêberekî ve girêdayî be” ye. Ev murşîd şêxê terîqetê ye. Ev yek ewqasî bingehîn û mecbûriye ku di terîqetê de tê gotin ku “Yên ku şêxê wan tune bi şeytan in”. Tedbîrên pratîkî yên girêdana bi Şêx re jî hatine pêşxistin. Murîdan bi lêhûrbûneke konsantreyî yên bi navê “Rabita” hewl didin xwe nêzî şêxên xwe bikin.
Em dibînin ku di navbera terîqeta Qadirî û Neqşî de cudahiyên girîng hene. Di fermana Qadirî de tenê cihên mezhebî yên bi navê “teke” hene. Şagirt bi giştî bêxwende ne, derwêşên gerok in ku debara xwe ji dahatiya ji xelkê tê dikin. Ji ber vê yekê, ew zêde ne xwedî navûdeng in. Terîqet li bajaran bi piranî di bin siya desthilatdariya siyasî de mane. Berevajî vê, Neqşîbendî li ser malbatên arîstokrat û dewlemend pêş dikeve. Bi berhevkirina teke û medreseyan çavkaniyên xwe afirandine û xwedî sekneke serbixwe ne. Li şûna sekna derwêşwarî bi sekna şagirt û xelîfetiyê ya payebilind veguherî. Dema ku Qadirî tenê bi karûbarên olî ve mijûl bûn, Neqşî jî li gel karên olî bûn otorîteyeke siyasî.
Di sedsala 19emîn de li Kurdistanê cihê ku ji mîr û begên Kurdan hatin valakirin li şûna wan, şêxên Nakşî/Xalidî tije kirin. Erkên mîr û began, yên weke çareserkirina nakokiyên civakî û nakokiyên di navbera dewlet û eşîran de li xwe civandin. Ji ber vê yekê, şêxan ji erkên olî wêdetir dest bi erka siyasî-leşkerî kirin. Bi demê re Nakşîtî li Kurdistanê cih girt, bû avahiyeke ser eşîrî û desthilatdariya siyasî, civakî û aborî girt. Her çiqas dewlemend bûn jî, ji civakê bi awayekî domdar dewlemendiyeke madî ya mezin ji wan re diherikî. Bi kurtasî, çerxa îstîsmarê ya ku wan li ser civakê ava kiribûn, vediguherî bendekê.
Li dijî Kurdên azadîxwez bi kar anîn
Kesê ku Terîqeta Nakşî herî bi bandor û ji bo gelek armancan bi kar aniye, Sultanê Osmanî Abdulhamîtê 2yemîn bû. Abdulhamîd ev terîqet li hember tevgerên kurdên azadîxwaz ên pêşketî û li hember faktorên hundir û derve yên ku Împeratoriya Osmanî tehdîd dikirin, wek çekekê bikar dianî. Abdulhamîdê ku di sala 1876an de hat ser text û “Alayên Hemîdiye”, ku ji mîlîsên Kurd ava kiribû ku li ser birdozîya Nakşîbendiyê bûn veguherand alayeke komkujer. Hem êrîşî serhildanên Kurdan ên ku pêşdikeve, hem jî êrîşî serhildanên Asûrî û Ermeniyan kirin. Her wiha vê artêşa ku ji milîsên Kurdan pêkdihat di şerê li dijî Rûsan jî bi kar dianî. Siyaseta Abdulhamît a Kurd gelekî balkêş e. Ev sultanê ku bi siyaseta olî hemû rêbazên wek leşkerkirin, pişaftin, hundirînkirin, jihevdexistin û dûrketina ji cewherê xwe bi kar anî, piştî xwe ji dewleta Tirk re – bi taybetî jî Mistefa Kemal – re bû îlham. Sîstema cerdevaniyê ya li dijî PKKê jî berdewama heman polîtîkayê ye. Îro jî AKP guhertoya heyî ya heman polîtîkayê li ser Kurdan dimeşîne.
Kiryarên tund û dijwar
Bikaranîna Îslama siyasî û Neqşîtî weke çeka rawestanê, ji Abdulhemîd dest pê kir û ji wê demê ve ye ku bandoreke gelek neyînî li ser gelê Kurd kiriye. Piştî Împaratoriya Osmanî, hêzên din ên emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê jî ji bo serdestiya xwe li herêmê bidomînin ev terîqat bi kar anîn. Bi karanîna Neqşîtiyê destwerdan di nava xweza û çanda civaka Kurd de jî dest pê kir. Cejnên wek Newroz, Hidrelez û hwd ku Kurd her sal di demên diyarkirî de li dar dixin, ji ber sedemên olî hatin qedexekirin û derbeyek çandî bi xwe re anîn.
Ev mîrateya nebaş a ku Abdulhemîd hiştiye, ji aliyê hemû dewlet û hikûmetên ku li Kurdistanê serdest bûne, bi adaptekirina wê li gorî şert û mercên îroyîn, hatiye bikaranîn. Dema ku pêwîst bû bi şêwazên nazik û bi çek û şer dihat kirin, mîna ku Hizbul Kontra di salên 1990î de kir. Dema ku PKKê pergala îstîsmarê ya ku li Kurdistanê ji aliyê Naqşiyan û Îslamiyên berjewendîxwaz ve hatibû avakirin, ji kûr ve hejand, bersiva wan ew bû ku bi dewletê re hevkariyê bikin û weke kujer tevbigerin. Di vê wateyê de Hizbul Kontra bû hêza lêxistinê ya bêserûber û hov a koalîsyona Naqşî.
Xeleka dawî ya Naqşibendiyê ya ku di sala 2002an de derket, AKP bû, şiklê Naqşî û Îslamî yê ku Kurdan di nava pergalê de entegre kir. AKP jî projeyek e ku bi rêbazên nazik Kurdan bindest bike. Beriya her tiştî rastiya AKPê û lîstikên wê yên li hemberî Kurdan bi têr û bingehî derneketiye holê. Bi vê ve girêdayî divê polîtîkayên bikaranîna olê ji bo bazirganiyê û siyasetê bê deşîfrekirin. Şertê bingehîn ê vê yekê jî baş naskirina olê û cudakirina wê ji olê ye. Divê jiyan, sekin û helwêstên kesên ku olê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û bazirganî bi kar tînin bi awayekî şênber bên aşkerakirin.